Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn: Divê em hêviyên xwe bikin yek

  • jin
  • 09:02 31 Tîrmeh 2022
  • |

RIHA - Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Sîham Dawid ku yek ji beşdarên Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn e, diyar kir ku di forûmê de biryarên têkildarî azadiya jinê hatine girtin û got: "Ji bo azadiya jinê divê em bi hev re û mil bi mil bixebitin û hêviyên xwe bikin yek."

Li Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 22’yê Tîrmehê de li Zanîngeha Rojavayê bi pêşengiya Kongra Star, Meclîsa Jinan a Sûriyeyê, Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Akademiya Jineolojiyê, Yekîtiya Jinên Suryanî, Civata Jinan a Zenûbyayê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn hat lidarxistin. Jinên ku bi dirûşmeya "Em ê bi yekîtiya jinan destkeftiyên şoreşê mezin bikin û biparêzin" li hev civiyan, pirsgirêkên jinên Rojhilata Navîn, çareserkirina pirsgirêkan û hêla jinê ya şoreşê 2 rojan nîqaş kirin. Di forûmê de jinan 8 biryarên girîng girtin. Yek ji beşdarên forûmê Sekretera Giştî ya Partiya  Pêşerojê ya Sûriyeyê Sîham Dawid têkildarî mijarên ku hatine nîqaşkirin û biryarên hatine girtin pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin.
 
Jinan eleqeyeke mezin nîşanî Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn dan. Beriya her tiştî ji bo çi pêdivî bi forûmeke bi vî rengî çêbû û di forûmê de çi hatin nîqaşkirin?
 
Ji sala 2012’an û vir ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgereke şoreşê heye. Ev şoreş bi pêşengiya jinên kurd şoreşeke jinan bû ku jinên sûriyeyî jî tê de cih girtin. Ji destpêka vê şoreşê ve jinên Bakur û Rojhilatê Sûrieyê li her derî daxilî nava şoreşê bûn. Jinan di hemû qadên leşkerî, siyasî, dîplomatîk û civakî de di şoreşa 19’ê Tîrmehê de ked dane. Bi bedêlên hatine dayîn em hatine roja îro. Di sala 10'an a şoreşê de pêwîstiya me bi nîqaşkirina rewşa heyî hebû. Me nîqaş kir ku tevgerên jinan ên di nava şoreşê de hatin avakirin, çi kirin, çi pêşketin bi dest xistin, wê çawa destkeftî bên parastin û çawa bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li tevahiya jinên cîhanê belav bibin.
 
 
 Êdî jinên ku li her qadê rastî zext, tundî, komkujî û destdirêjiyê dihatin xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin dikin û bersiveke pir baş didin van êrişan. Em di şoreşa jinê de gelekî pêş ketine. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jin di şerê civakî de û li her qadê şer dike.
 
 We behsa mijarên ku hatine nîqaşkirin kir. Hûn dikarin bi berfirehî qala van mijaran bikin?
 
Nîqaş 2 rojan dewam kirin. Di roja ewil de rewşa jinan a beriya Şoreşa 19’ê Tîrmehê hat nîqaşkirin. Beriya şoreşê ezmûna jiyanê ya jinan çi bû, derfetên jinan, çima nikaribûn xwe birêxistin bikin û ji ber vê yekê jî çima nikaribûn ji bo mafên xwe bitêkoşin hatin nîqaşkirin. Hat dîtin ku bê feraseta ku şoreşê ji bo jin di qada civakî de ferdeke azad bin çawa pêşketî ye. Tecrûbeyên jinan ên beriya şoreşê û piştî şoreşê, bandorên şerê li Sûriyeyê li ser jiyana jinan, civak çawa astengiyan li pêşiya jinan derdixe, jin çawa bi têkoşîna li dijî van astengî û bandorên neyînî yên piştî şoreşê heta îro hatine, aqûbeta rêya şoreşê û rêya wê, divê şoreş çawa bê parastin û mezinkirin û azadiya tevahiya jinên cîhanê hatin nîqaşkirin. Beriya her tiştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku şoreşa ferasetê bû, ferasetekê jî hilweşand. Şoreşa 19’ê Tîrmehê bandorek mezin li ser civakê kir û nîşan da ku têkoşîna jinê her roj bi hêztir dibe. Mînak , ji bo jin di qada leşkerî de xwe biparêzin YPJ bû modeleke pir baş. Bi pêşengiya YPJ’ê hebûna jinê ya li qada leşkerî, kir ku jin avakirina jiyana demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hebin û bitêkoşin. Êdî jinên ku li her qadê rastî zext, tundî, komkujî û destdirêjiyê dihatin xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin dikin û bersiveke pir baş didin van êrişan. Em di şoreşa jinê de gelekî pêş ketine. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jin di şerê civakî de û li her qadê şer dike.
 
Jin û saziyên jinan ên ji herêmên cuda beşdarî forûmê bûn. Bi taybetî jinên ku ji derveyî Rêveberiya Xweser beşdarî forûmê bûn rola jinên herêmê di şoreşê de çawa dîtin?
 
Jinan di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku bi destê xwe ew afirandin, xwe dîtin. Di vî warî de jî dîtin ku pêwîst e têkoşîna xwe berfireh bikin û xeta azadiya jinê bilind bikin. Jinan li ku derê kêmasiyên wan hebûn û li deverên lê dimînin zor û zehmetiyên bi wan re rû bi rû dimînin anîn ziman. Bi daxuyaniyên wan re derket holê ku pirsgirêkên jinan ne tenê li herêmekê, li cîhanê jî bûne pirsgirêk. Me dît ku pirsgirêkên ku jin bi wan re rû bi rû ne tenê ne yên herêmekê, neteweyekê û nasnameyekê ne, li hemû cîhanê rû didin. Ji bo vê jî hat destnîşankirin ku divê jin li her derê bi heman hestî tevbigerin û xwe bi rêxistin bikin. Di vî warî de hat tespîtkirin ku divê li her derê mafê jinê bê parastin û pirsgirêka jinê wekî pirsgirêkeke gerdûnî bê qebûlkirin.
 
 
Di nava biryarên hatin girtin de hat destnîşankirin ku sûriyeyiyên ku ji bêgavî terka welatê xwe kirine divê bi rêya saziyên parêzvanên mafên mirovan karibin vegerin welatê xwe. Ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li herêmên din ên Sûriyeyê û herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de jî pêwîst e pêwendî bi jin re bê danîn û ev jin bên azadkirin. 
 
Jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn di bîrdoziya azadiyê de heya astekê bi pêş ketine, lê ji bo belavkirina vê şoreşê, bîrdoziya azadiya jinê bi taybetî li Rojhilata Navîn, çi tespît kirin? Di dema pêş de wê têkoşîna çawa were hûnandin?
 
Li ser awayê mezinkirina têkoşîna jinan gelek mijar hatin nîqaşkirin. 4 mijarên sereke; aborî, siyasî-dîplomatîk, civakî û hiqûq hatin nîqaşkirin. Mînak di qada dîplomasiyê de hat destnîşankirin ku divê têkiliya jinan bi jinên cîhanê yên ku li ser esasê têkoşîna azadiya jinê têdikoşin rebê xurtkirin. Di vê çarçoveyê de gelek parêzvanên mafên mirovan, saziyên navneteweyî û ofîsên jinan ji forûmê re peyam şandin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan, biryar hat girtin ku rêya jiyanê ya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wan re were parvekirin. Her wiha di nava biryarên hatin girtin de hat destnîşankirin ku sûriyeyiyên ku ji bêgavî terka welatê xwe kirine divê bi rêya saziyên parêzvanên mafên mirovan karibin vegerin welatê xwe.
 
Ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li herêmên din ên Sûriyeyê û herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de jî pêwîst e pêwendî bi jin re bê danîn û ev jin bên azadkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo jinan qanûn hatin çêkirin. Di van nîqaşan de me behsa wê yekê kir ku ji bo belavkirina van qanûnan di qada civakî de divê çi gav bên avêtin û çi bê kirin. Me li ser êrişên Tirkiyeyê jî axivîn. Me di roja dudoyan a forûmê de bi hedefgirtina Fermandar Jiyan Tolhildanê careke din dît ku li Sûriyeyê jin di şer de hedef tên girtin.
 
 
Jin li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî her roj rastî destdirêjiyê tên. Ev bi delîl in. Lê belê saziyên mafên mirovan ên navneteweyî hê jî bêdeng in. 
 
Her roj nûçeyên binpêkirina mafên jinên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin tên weşandin. Li ser jinên li vir çi hate nîqaşkirin?
 
Hat destnîşankirin ku divê Tirkiye ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên ku hatine dagirkirin derkeve û ev ax bên rizgarkirin û gelên li vir vegerin ser axa xwe. Ji bo ku tevgerên jinan li Sûriyeyê zêdetir belav bibin û têkoşîn berfirehtir bibe, divê hemû axên dagirkirî bi taybet Efrîn bên rizgarkirin. Jin li van herêman her roj rastî destdirêjiyê tên. Ev bi delîl in. Lê belê saziyên mafên mirovan ên navneteweyî hê jî bêdeng in. Tiştên hatine serê jinên ku ji warê xwe hatine koçberkirin jî mijareke sereke ya forûmê bû. Em plan dikin ku li dijî vê dosyeyekê amade bikin. Her wiha behsa rewşa girtiyên li girtîgehên ku Tirkiyeyê ew li vir çêkirine jî hat kirin. Divê ev girtî demildest bên berdan.
 
Komên paramîlîter ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, jinên pêşeng kirine hedef û hê jî dikin hedef. Rêvebira partiya we Hevrîn Xelef jî yek ji van jinan bû. Li hemberî vê êrişa Tirkiyeyê çi hat nîqaşkirin?
 
Biryar hat dayîn ku hem ji bo Xelef hem jî ji bo Zehra Berkel a ku bi heman awayî hat qetilkirin dosyayek bê amadekirin. Em plan dikin ku van dosyeyên amadekirî ji hemû saziyên mafên mirovan ên navneteweyî re bişînin. Wê ji vê pergala ku dixwaze vîna jinê, jiyana jinê û jin xwe bi xwe tune bike, hesab bê pirsîn. Jinên navneteweyî jî beşdarî forûmê bûn. Tecrûbeyên xwe bi me re parve kirin. Li ser bingeha şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo belavkirina vê fikrê li hemû jinên cîhanê fikrên xwe anîn ziman. Her wiha jinan tecrubeyên xwe yên di qada siyasî, leşkerî û civakî de ragihandin. 
 
Di forûmê de 8 biryarên girîng hatin girtin. Hûn ê van biryaran çawa pêk bînin?
 
Her biryarek pir girîng bû, lê biryara herî girîng a ku were pêkanîn ew e ku ev şoreş di vê pergalê de ku jinê bi qirkirinê re rû bi rû dihêle, di xizmeta hemû gelan de bi taybet a jinan de be. Divê parastina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê pêşxistin. Pêwîste jin di avakirina jiyana demokratîk de roleke girîng bilîzin û ji bo jiholêrakirina îdestavêtinê jî divê her biryarên ku tên girtin bên pêkanîn. Ji bo pêkhatina saziya malbata demokratîk divê 2 ferdên azad ên ku hem di aliyê civakî hem jî di aliyê derûnî de hatine guhertin û veguhertin bên cem hev. Divê dewletên dagirker ji vir bên derxistin. Divê jin cewhera di nava xwe de bibînin. Divê jin di her qadê de piştgiriyê bidin hêzên YPJ’ê ku milê wan ê leşkerî ye û jin tevlî xebatên siyasî bibin. Banga me ji jinan re ev e;Ji bo azadiya jinê divê em bi hev re û mil bi mil bixebitin û hêviyên xwe bikin yek.
 
MA / Ceylan Şahînlî