Mizgîn Can a ku malbata Uneşî xwest wê bikuje: Bi mirinê gefê li min dixwin

  • jin
  • 09:03 30 Tîrmeh 2022
  • |
img

ÊLIH - Mizgîn Can, piştî dest ji Îsmaîl Uneşî berdaye, Uneşî û malbat wî êrişî wê kirine û ji ber vê nikare destê xwe yê çepê bilebitîne. Can destnîşan kir ku kiryar li derve ne û got: "Ez dixwazim edalet pêk were."

Mizgîn Can (30) a li Êlihê dijî, di 30'yê Nîsanê de li Xaçerêya 4'an a Kolana Diyarbakirê ya Êlihê tevî malbata xwe rastî êrişa Îsmaîl Uneşî yê demek berê dest ji wî berdaye û birayên wî Maşallah û Îdrîs Uneşî hatiye. Di êrişê de Mizgîn Can û bavê xwe birîndar bûne. Can û bavê wê, piştî êrişê rakirine nexweşxaneyê. Mizgîn Can, çendî gelek caran emeliyat bûye jî lê niha nikare destê xwe yê çepê bi kar bîne. 
 
KIRYAR HAT BERDAN
 
Birayên Uneş yên ku piştî êrişê hatin binçavkirin bi îdiaya "birîndarkirina bi qesdî" sewqî Dadgeha Cezayê Asliye ya 1'ê ya Êlihê hatibûn kirin. Ji her sê birayan Maşallah Uneşî hatibû girtin û Îsmaîl Uneşî û Îdrîs Uneşî jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Maşallah Ûneşî yê ku hatibû girtin, berî ku lêpirsîn bi dawî bibe, di 8'ê Tîrmehê de hatibû berdan.
 
TAHDEYEKE SÎSTEMATÎK
 
Mizgîn Can anî ziman ku ji aliyê Îsmaîl Ûneşî yê ku 4 salan pê re zewicî maye û malbata wî ve rastî tahdeyeke sîstematîk hatiye û wiha got: “Ev 4 sal in ji aliyê Îsmaîl û malbata wî ve tundiya derûnî û fizîkî li min tê kirin. Bi gotina 'Ez ê te bikujim' gef li min xwarin. Ji min re digot, 'min tu wek xizmetkar wergirtiye.' Ez ji bo wan xulam bûm. Em du caran hatin asta destjihevberdanê. Ez neçar bûm ku dest ji zarokê xwe berdim. Wî ez ber bi xwekuştinê ve birim. Ez 2 rojan di beşa lênihêrîna giran de mam. Roja ku ez ji nexweşxaneyê derketim bi kêrê êrişî min û malbata min kirin."
 
KIRYAR SERBEST IN
 
Can têkildarî êrişê wiha got: “Armanca wan qetilkirina min û malbata min bû. Êrişî min, dayika min, bavê min û pismamê min kirin. Ez bi rojan di lênihêrîna giran de mam û milê min ê çepê seqet kirin. Bavê min jî wekî min bi giranî birîndar bû. Ji wan kesên ku ev tişt anîn serê dudo jê nehatin girtin. Kesek tenê hat girtin, ew jî 2 meh û 5 rojan di girtîgehê de ma. Êvara cejnê de hat berdan."
 
GEFXWARIN DIDOMIN
 
Can bilêv kir ku ji Îsmaîl Ûneşî bi kuştinê gefan lê dixwe û got: “Malbata Uneşî ya ku dixwaze min û malbata min bikuje, li derve bi rihetî digerin. Ez ji ber birîna xwe her tim diçim nexweşxaneyê. Ez ditirsim ku rojekê derkeve pêşiya min û min bikuje. Metirsiya li ser me didome. Dibe ku ji nişka ve tiştekî bînin serê me. Zarokê min li cem wan e. Ez zarokê xwe dixwazim. Li cem wan rewşa zarokê min di xetereyê de ye.”
 
Can bang li jinan kir û got: "Li ber tahdeyê bêdeng nemînin. Êdî bes e ji kuştina jinan û destdirêjiyê re. Ez dixwazim edalet pêk were."
 
PARÊZER: HEWLDANE WÊ BIKUJIN
 
Parêzerê Canê Mehmet Şah Ogûrlû jî diyar kir ku kiryar bi armanca kuştinê tevgeriyane û got, hê jî îdianame nehatiye amadekirin. Ogûrlû got: “Me li hemberî vê yekê îtîraz kir. Îdianame hê nehatiye amadekirin, lê dadgehê li şûna 'hewldana kuştinê' bi hinceta 'birîndarkirina bi qesdî' daxwaza girtinê kir. Êriş wekî sûcê hevpar bi kêran hatiye kirin. Me xwest bi 'hewldana kuştinê' bên darizandin." Ogûrlû anî ziman ku ewlehiya Canê û malbata wê di xetereyê de ye û got: “Em ê ji bo parastinê serlêdanê bikin. Ji vê zewacê zarokek wan î 3 salî heye. Mahra fermî tune ye. Ji bo wergirtina zarok dê hewldanên me yên hiqûqî çêbibin. Zarokekî di vî temenî de divê li cem dayika xwe be."
  
Ogûrlû diyar kir ku dadgehê daxwaza girtina êrişkar Îsmaîl Uneşî red kiriye û got: "A rast em heyr man ku dadgehê ew berda. Di vir de derba bi kêrê ne wekî hewldana ji bo kuştinê, wekî kontrola edlî hatiye hesibandin. Dozê wekî tiştekî sivik esas girtine û ew berdane. Lê van kesan hewl dane bi wan kêran 4 kesan bikujin. Bi rojan di lênihêrîna giran de man. Muwekîlê min ji sedî 90 nikare milê xwe yê çepê bi kar bîne. Me li dijî biryara berdanê îtîraz kir. Lê heta niha tu biryar nehatiye dayîn."
 
 MA / Fethî Balaman