Jinên endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Em ê têkoşîna jinan bilindtir bikin

  • jin
  • 09:05 20 Tîrmeh 2022
  • |
ENQERE - Jinên ku di serdema nû de di Meclisa Partiyê ya HDP'ê de peywir girtin diyar kirin ku ew ê wekî Meclisa Jinan têkoşînê bilindtir bikin.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî 5'emîn Kongreya Asayî ya Mezin di 16’ê tîrmehê de bi endamên Meclisa Partiyê ya jin a serdema nû re civîna xwe ya yekê pêk anî. Di civîna Meclisa Jinan a HDP'ê de biryar hat girtin ku Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran di serdema nû de jî berdevkiya xwe bidomîne û Koordînasyona Jinan a nû hat avakirin.
 
Jinên ku wê di nava HDP'ê de cara ewil peywira Meclisa Partiyê hilgirin, sedema ku di nava HDP'ê de cih girtine û têkoşîna jinê ya serdema nû nirxandin.
 
 
Fatma Çelîk ku ji Samsûnê daxilî nava Meclisa Partiyê bûye diyar kir ku berê li herêmê xebitiye, lê cara ewil e di nava Meclisa Partiyê ya HDP'ê de cih digire û ji ber vê bi kelecan e. Çelîk bal kişand ser doza girtina partiyê û di heyameke wisa de cihgirtina di nava partiyê de û wiha got: "HDP gel e, jin e, wekî din tu ravekirinek wê tune ye." 
 
Çelîk bilêv kir ku HDP ji bo gelên Behra Reş jî hêvî ye û wiha domand: “Yekane navnîşana ku mirov tê de nefes bigire û bi awayekî azad bijî HDP ye. Dibe ku HDP li herêma Behra Reş pir xurt xuya neke, lê dînamîkek cidî heye. Tevî hemû êrişên dewletê yên li herêma Behra Reş û bilindkirina nîjadperestî û şovenîzmê jî, xebat û dînamîkeke xurt a HDP'ê heye. Bi doza girtinê re em careke din dibînin ku mirov ber bi HDP'ê ve tên. Ev hem hêza me xurt dike hem jî berpirsiyariyê li ser milê me bar dike."
 
TÊKOŞÎN
 
Çelîk destnîşan kir ku yekemîn civîna Meclisa Jinan a serdema nû jî gelek baş û berhemdar bûye û ev tişt anî ziman: "Li erdnîgariya me jin bi tundiya mêran re rû bi rû ne, li Kurdistanê jî jin bi êrişkariya dewletê re rû bi rû ne. Her çend cudahiyên herêmî hebin jî, em jin bi heman tiştan re rû bi rû dimînin. Di civîna Meclîsa Jinê de jinan geşedanên siyasî yên li welatê me û cîhanê û pirsgirêkên takekesî nîqaş kirin. Li çawaniya wê jî hat nîqaşkirin. Di encama nîqaşan de biryardariya ji bo xurtkirina Meclisa Jinê, li cihên meclis lê tune avakirina meclisê û bilindkirina têkoşînê li dijî desthilatdariya dewleta nêrza derket holê. Helbet bi vê re ne sînrodarkirî ye. Têkildarî biryarên konferansa me, li ser esasê têkoşîna li dijî şer û têkoşîna li dijî polîtîkayên tecrîdê jî biryar hatin girtin."
 
‘JIN HER TIM LI REFÊN PÊŞ IN'
 
Bi domdarî Çelîk bilêv kir ku ji aliyê desthilatê ve hedefgirtina jinan xwedî hêline dîrokî û civakî ne û got, sedema herî girîng a vê yekê jî tirsa ji hêza jinê ye. Çelîk wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di her serdemê de jin bûne beşa herî xurt a hemû dînamîkên têkoşîna civakî. Di Şoreşa Fransa, Şoreşa Cotmehê ya 1917'an û têkoşîna li dijî Hîtler a li Almanyaya Naziyê de jin her tim di refên herî pêş de cih girtine. Di sala 1980’an de  di tevgerên çep ên Tirkiyeyê de yan jî li Kurdistanê jin li pêş in. Jin xwedî rol û hêzeke pêşengî ne. Ên her,î zêde bandorê ji şer û çewisandinên civakî digirin jî jin in. Ji bilî jiyana xwe ya ku divê wê biparêzin, parastina xwezayê jî wekî roleka xwe dihesibînin." 
 
MECLISEKE XURT A JINAN
 
Di berdewamê de Çelîk anî ziman ku polîtîkayên zayendperest ên desthilatdariya AKP-MHP'ê li her qadê tên dîtin û wiha derbirî: "Zêdebûna tacîz, destavêtin û bêcezakirinê ji ber polîtîkayên dijminatiya li hemberî jinê ne. Di dema Rewşa Awarte de ên kolan neterikandin jin bûn. Di serdema nû de meclîseke xurt a jinan tê." 
 
PERGALA HEVSEROKATIYÊ
 
Parêzer Eylem Arzu Kayaoglû jî ku di rêveberiyên HDP'ê yên bajêr û navçeyan de cih digirt û niha cara ewil e daxilî Meclisa Partiyê bûye, diyar kir ku ji ber ku daxilî nava Meclîsa Partiyê bûye bi kelecan e. Kayaoglû anî ziman ku HDP partiya jinan e û got: “Di hemû komîsyonan de pergala hevserokatiyê tê meşandin. Cihê ku îmzeya jinê lê tune be, ne binesaziyeke ku mêr bi tena serê xwe biryarê bide. Cara yekemîn ez wekî Meclîsa Partiyê beşdarî civîna Meclîsa Jinan bûm. Nêvengek pir rehet bû. Me bi jinan re civîneke xweş li dar xist û tê de nêrînên her kesî hatin nirxandin. Meclîsa Jinan di serdemeke nû de ku tundiya li ser jinê zêde dibe, wê biryardariya xwe ya ji bo têkoşîna li dijî xizaniya jinê û rewşa jinên girtî yên nexweş bidomîne. Me ji bo du mehan plansaziya xwe çêkir." 
 
Kayaoglû destnîşan kir ku hemû hikûmetên cîhanê polîtîkayên xwe yên tunekirina destkeftiyên jinan her tim xistine meriyetê û got, betalkirina Peymana Stenbolê ya bi destê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan jî girdayî van polîtîkayan e. Kayaoglû destnîşan kir ku polîtîkayên tunehesibandina jinê yên AKP'ê bûne û got: "Em dizanin ku di tahdeya li hemberî jinê de biryarên darazê bêbandor in. Me ev yek herî dawî di doza Pinar Gultekînê de dît. "Ev komkujiyek plankirî bû, lê tenê 23 sal ceza hat birîn."
 
Kayaoglû diyar kir ku ew ê di serdema nû de bi Meclîsa Jinê ya HDP'ê re têkoşîna jinan bilindtir bikin.
 
MA / Berîvan Altan