Jinan serdana malbata Denîz Poyraz kirin

  • jin
  • 20:11 11 Tîrmeh 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Jinan, bi boneya cejnê serdana malbata Denîz Poyraz kirin. 
 
Jin bi Hev re Bihêz in, bi boneya Cejna Qurbanê serdana malbata Denîz Poyraz a li avahiya Rêxistina HDP’a Îzmîrê hatibû qetilkirin, kirin. Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz jin pêşwazî kirin. 
 
Jinan diyar kirin ku li cem malbata Poyraz in. Jinan bi lêv kirin ku ji ber sekna berxwedêr ji Fehîme Poyraz hêz digirin. Jinan anî ziman ku wê têkoşîna xwe ya edaletê ya bi hev re bidomînin û dan zanîn ku wê di doza Denîz Poyraz a 18’ê Tîrmehê were dîtin de cih bigirin. Jinan banga tev li bûna dozê kirin.