Ji bo tevlibûna panela ‘Tecrît û jenosîdê’ bang

  • jin
  • 11:43 7 Cotmeh 2017
  • |
img
AMED - TJA, ji bo panela bi şîara “Dê tecrîd winda bike, azadî qezenc bike” sibe li dar bixe, banga tevlîbûnê kir.  
 
Tevger Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya “Em ê komkujiya li ser jinê rawestîn in, jiyanê azad bikin” sibe saet 12.00 li Salona Konferansa Vedat Aydin a Avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi şîara “Dê tecrîd winda bike, azadî qezenc bike” panelekê  li dar bixe.
 
Di panelê de dê mijarên tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û komkujiyên li dijî jinan bên dest girtin. Aktîvîsta TJA Fîgen Ektî dê moderatortuya panelê bike û Berdevkê KJA ku KHK’ê girt Ayla Akat Ata, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Nevroz Uysal di panelê de dê biaxivîn.   
 
TJA, banga li hemû jinan kir ku beşdarî panelê bibin.