Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin

  • jin
  • 17:08 14 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Danişîna doza parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş hat taloqkirin. 
 
Parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş a ku ji doza Komeleya Jinan a Rosayê tê darizandin, carek din derket pêşberî dadger. Danişîna 5’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 8’emîn hat lidarxistin. Ulaş a ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin û parêzerên xwe tev li danişînê bûn. Gelek parêzeran doz şopand. Dozger mutalaya xwe danişînek beriya niha dubare. 
 
Ulaş li dijî mutalayê parastina xwe kir û xwest doz bê betalkirin. Parêzerên Ulaş jî parastina wê kirin û xwestin biryara dozê bê dayîn. Dadgehê danişînê taloqî 22’yê îlonê kir.