Başaran: Em li dijî her cure êrişan dimeşîn Gemlîkê

  • jin
  • 14:41 10 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, di nirxandina heftane ya jinan de, bal kişand ser binçavkirina rojnamevanên kurd û got: "Armanca van êrişên li ser rojnamegerên kurd em baş dizanin. Endamên çapemeniya azad tu carî paşve gav ne avêtin û her tim ji civakê re heqîqetê ragihandin. Em li hemberî van hemû êrişên di 12'ê Hezîranê de dimeşin Gemlikê." 
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, di civîna çapemeniyê ya ku li navenda giştî ya partiya xwe li dar xist de rojeva jinan nirxand. 
 
'EM TÊKOŞÎNA XWE YA JI BO PEYMANA STENBOLÊ DIDOMÎNIN’ 
 
Ayşe Acar Başar bi bîr xist ku Serokê Giştî yê AKP'ê di şevek nîvê şevê de bi îmzeyekê di 20'ê adara 2021'ê de diyar kir ku ew ji Peymana Stenbolê vedikişin û got: "Li dijî vê ev demeke dirêje em jin li dijî vê biryarê li kolan û qadan têkoşîneke mezin didin. Me têkoşîna xwe mezin kir û di warê hiqûqî de jî me li Şûraya Dewletê doz vekir. Daneşîna dozê ya 2'yemîn a li Şûraya Dewletê hevteya borî hat kirin. Di daneşîna ku bi sedan jin û rêxistinên jinan tevli bûn de em jî wekî Meclisa Jinan a HDP'ê tevli daneşînê bûn. Li ser navê HDP'ê hevseroka me ya giştî Pervîn Buldan parastin kir. Wekî ku wê jî got ew vê parastinê tenê li ser navê xwe û HDP'ê nakin û ji bo hemû jinên li Tirkiyeyê; kurd, tirk, alevî, laz, çerkezan dike. Helbet li wêderê dîsa rayedaran û bi taybet jî rayedarên saryê di parastina xwe de tişta kirin dubaryea manîpulasyona wan bû. Xwestin bibêjin ku tu bandora Peymana Stenbolê li ser têkoşîna jinan tune ye û gotin ku tundiya li ser jinê zêdetir dike."
 
‘459 JIN HATIN QETILKIRIN’ 
 
Başaran di axaftina xwe de bal kişand ser betalkirina Peymana Stenbolê û wiha domand: "Çend rayedar hejmara fermî parvenekin jî piştî betalkirina Peymana Stenbolê heta niha 495 jin hatin qetilkirin. Em dibêjin herî kêm ew qas jin hatiye qetilkirin. Demek dirêje bi israr wezaret daneyên şîdeta li hemerî jinê aşkera nake. Ji ber ku dixwazin di nava civakê de şîdeta li hemberî jinê wek kêm bûye nîşan bidin. Tenê di meha gulanê de 32 jin hatin qetilkirin. Îqtîdar naxwaze şîdeta li hemberî jinê asteng bike, bêtir dixwaze asta şîdeta li hemberî jinê zêdetir bibe. Bêtir bi xizaniyê re rûbirû bimîne û naxwazin jin têkoşîna azadiyê bimeşîne. Ji bo wê yekê jî bêtir êrişê jinên têkoşer dike û wan jinan dike hedef."
 
'EM LI DIJÎ GOTINÊN ZAYENDPERESTIYÊ TÊBIKOŞIN’ 
 
Başaran bal kişand ser gotinên AKP'ê yên li dijî jinan û wiha axivî: “Wek jinek bêdeng bibe', 'Heke bi tecawizê re rûbirû mabe bila bimire', ‘Em wek sembolîk 2 jinan nîşan bidin' ev gotinên îktidarê ne. Di têkoşîna Geziyê de gotinên serokkomar di bingeha xwe de tê wateya nûnertiya rejîma serdest a mêr. Lê em jin bi têkoşîna xwe her tim li dijî gotinên zayendperdestiyê bûn. Bila bê zanîn em ê her tim parastina Peymana Stenbolê bikin." 
 
'JIN BI XIZANIYÊ RE RÛBIRÛ NE'
 
Başaran da zanîn ku jinên kurd di çarçoveya polîtîkayên taybêt ên şer de bi şîdeta polîsan re rûbirû dimînin. Başaran destnîşan kir ku her roja ku derbas dibe jin bi şîdeta fîzîkî, gotinên nifir û zayendperestiyê re rûbirû dimînin û wiha pêde çû: "Di krîza aborî de herî zêde jin mexdûr dibin. Di 5 mehên îsal de tenê 45 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku gelek jin di şert û mercên ne ewle de dixebitin û xebatên wisa jî li jinan tê ferzkirin. Xebata jinan a bi ewle wek luksek tê dîtin. Di sedsala 21'an de jî hêj jin têkoşîna karê wekhev û mûçeya wekhev didin. Têkoşîna sendîkabûyînê didin. Mê par kampanyaya 'Ji bo jinan edalet, ji xizaniya jinê re na' da meşandin. Me dît ku jin bi xizaniyê re rûbirû mane." Ayşe diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên herî dijwar ciwan dijîn, bê kar in, bê hêvî ne, bê pêşeroj in û ji ber ku îqtîdara AKP'ê ji bo ciwanên jin tiştekî nake.”
 
'MEŞA BER BI GEMLIKÊ VE...'
 
Başaran behsa Meşa Gemlikê ya ku dê di 12'ê Hezîranê de bê lidarxistin kir û wiha got: "Hikûmet bi rêbazên curbicur sedema bingehîn a pirsgirêka li welat vedişêre, lê em dizanin ku îro li Tirkiyeyê bi krîza aborî, her roj zêdebûna tundiya li ser jinê, bi organîzekirina zayendperestiyê re bi milîtarîzmê re rû bi rû ne. Ango israra tifaqa AKP-MHP’ê ya di rêbaza çareseriya pirsgirêka kurd a bi şîdet, zor, şer û dagirkeriyê, berdêla wê hemû bi civakê dide kirin. Di rastiyê de yek ji aliyên herî bingehîn ên vê mijarê tecrîda li ser Birêz Ocalan a li Îmraliyê ye. Ji ber vê yekê em weke KCD, partiyên siyasî û jin dê di 12’yê Hezîranê de li dijî tecrîd û polîtîkayên şer heta Gemlikê bimeşin û diyar bikin ku em ê ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin."
 
'NIKARIN ÇAPEMENIYA AZAD BÊDENG BIKIN’ 
 
Başaran da zanîn ku li dijî şer, êriş, înkar û îmhayê dê dengê xwe bilind bikin û wiha axivî: "Em her roj bi operasyonên qirkirinê şiyar dibin. Li Êlihê 19 jinên têkoşer hatin binçavkirin û 3 jê wan hatin girtin. Li Stenbol û Têkirdagê li hemberî HDK'ê û GOÇÎZDER'ê operasyonek pêk hat û 19 hevalên me hatin girtin û hêj jî binçavkirin didome. Li hemberî Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê, JINNEWS, Ajansa Mezopotamya operasyon pêk hat û di nav de edîtor û nûçegîhan heyî 21 kes hatin binçavkirin. Dema îqtîdar dikeve nava tengasiyê amûrên zextên dixe meriyetê. Em sedemên êrişên li hemberî rojnamegerên kurd baş dizanin. Kesên ku heqîqetê diparezin tên binçavkirin. Nûçegîhanên JINNEWS'ê jî hatin binçavkirin. Li Tirkiyeyê tekane ajansa jinê ye. Lê belê bi êriş û binçavkirina dê bikarin ragihandina heqîqetê asteng bikin. Di dîrokê de jî diyar e, bi binçavkirin, girtin û kuştinan çapemeniya azad nehatiye bêdengkirin. Her tim heqîqetê ji civakê re ragihandiye. Em carek din dibêjin em ê li cem çapemeniya azad bin."
 
AMADEKARIYÊN KONGREYÊ DIDOMIN 
 
Başaran diyar kir ku konferansa jinan û her wiha ya giştî pêk hat û dê di 3'ê tîrmehê de jî 5'emîn Kongereya Mezin a partiyê pêk bê û wiha berdewam kir: "Em pir bi heyecan in. Ji ber ku ligel êrişan HDP her tim li cem kurd, jin, ciwan, kedkar, karkeran bû. Li dijî rejîma heyî tekane rê Rêya 3'yemîn e û HDP ye. Em jin pêşeng in. Em bi heyecaneke mezin amedekariyên kongreya xwe dikin." 
 
'NIKARIN MEŞA ME ASTENG BIKIN’ 
 
Başaran bersiva têkildarî li Gemlikê qedexeya çalakiyan hatiye ragihandin da û wiha got: "Mixabin Tirkiye bûye welatê qedexeyan. Li hemberî bertekên demokratîk her tim heman qedexeyan îlan dikin. Lê belê tu carî nekarin meşa me bidin rawestandin. Em li vir carek din dibêjin em guh nadin qedexeyên wan. Em ê li dijî qedexeyan têkoşîna xwe û meşa xwe mezin bikin. Di plansaziya me de guhertin nîne. Ji her çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê gel dê ber bi Gemlîkê ve bimeşin."