Jinan ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurdan e

  • jin
  • 09:06 9 Hezîran 2022
  • |
STENBOL - Aktivîstên TJA'yê diyar kir ku tecrîda ku li seranserê welêt belav bûye tenê ne pirsgirêka kurdan e û wiha gotin: "Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê divê Ocalan azad bibe." 
 
Zêdetirî salek e tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayên girtin. Parêzerên wî herî dawî di 7'ê tebaxa 2019'an de hevdîtin pê re kiribûn û birayê wî Mehmet Ocalan jî di 25'ê adara 2021'ê de bi telefonê pê re axivîbû. Ji wê çaxê heya niha xeber ji Ocalan nayê girtin û serlêdanên ji bo hevdîtinê jî yan tên redkirin an jî nayên bersivandin. Ji ber vê yekê fikarên gelê kurd zêde bûne. 
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED (MED TÛHAD-FED) dê di 12'ê hezîranê de li dijî tecrîda ber bi Gemlîkê ve "Meşa Mezin" li dar bixe. 
 
Aktivîstên TJA'yê meşa dê bê lidarxistin nirxandin. 
 
 
ARMANC AZADIYA OCALAN E
 
Aktivîsta TJA'yê Seyrî Îpek bal kişand ser girîngiya meşê ya ji bo gelên Tirkiyeyê. Îpek destnîşan kir ku polîtîkaya li ser Ocalan tecrîd derbas kiriye û wiha got: "Bi tu awayî pêwendî bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re nayên danîn. Bi tu awayî nahêlin hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike. Meşa ku em ê di 12'ê hezîranê de li dar bixin, ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan û demildest rakirina tecrîdê ye. Tecrîda li ser Ocalan li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û welêt bi temamî hatiye tecrîdkirin. Ev tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye ewilî divê li Îmraliyê bê rakirin." 
 
Îpek destnîşan kir ku krîzên li Tirkiyeyê hemû ji ber tecrîdê ne û wiha domand: "Çareseriya van pirsgirêkan bi Tirkiyeyeke adil, demokratîk û wekhev pêkan e. Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê jî girêdayî azadiya Rêberê Gelê Kurd e. Lewma Meşa Gemlîkê ji bo tevahiya gelan girîng e." 
 
‘OCALAN HEVRÊYÊ JINAN E'
 
Bi domdarî Îpek li ser girîngiya Meşa Gemlîkê û azadiya fîzîkî ya Ocalan a ji bo jinan sekinî û wiha pê de çû: "Berê jî meşên Gemlîkê hatibûn lidarxistin. Wê demê jî tecrîd û dorpêçkirin hebû, lê wê çaxê bi awayekî qismî bûna jî pêwendî bi Ocalan re dihat danîn. Lê niha bi tu awayî xeber jê nayê girtin. Lewma Meşa Gemlîkê pir girîng e. Bi taybetî jî ji bo me jinan girîngtir e. Lewre Ocalan hevrêyê jinan e. Ocalan mîmarê têkoşîna jina kurd e." 
 
‘TECRÎD TENÊ NE PIRSGIRÊKA KURDAN E'
 
Di berdewamê de Îpek anî ziman ku Ocalan nexşerêyeke nû berpêşî gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn kiriye û wiha got: "Ez wisa difikirim ku dê bi fiirên Ocalan di serî de meseleya kurdî û bi giştî tevahiya pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bibin. Hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê divê bi awayekî cidî tecrîdê daxilî nava rojeva xwe bikin û li ser hûr bibin. Lewma tenê ne kurd divê hemû kesên dibêjin 'ez demokrat im' xwedî li vê meşê derkevin. Ji bo jiyaneke mirovane û rakirina vê dorpêçê em hemû kesî vedixwînin vê meşê." 
 
‘TEVAHIYA TIRKIYEYÊ TÊ TECRÎDKIRIN'
 
Aktivîsta TJA'yê Fatma Alpaydin jî destnîşan kir ku tevahiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin û ev tişt anî ziman: "Lê em ê her tim li dijî van polîtîkayên şer û tecrîdê bitêkoşin. Em dixwazin bi vê meşê re tecrîd bê şikandin û aştî çêbibe." 
 
‘RÊYA AZADIYÊ JI ÎMRALIYÊ RE DERBAS DIBE'
 
Alpaydin ku got "ger tecrîda li ser Ocalan neyê şikandin dê demokrasî û ştî neyê vî welatî" destnîşan kir ku rêya demokrasî û azadiyê ji Îmraliyê re derbas dibe. Alpaydin, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev jî ancax bi şikandina tecrîdê pêkan e. Gelê kurd ji ber vê li ber xwe dide. Ji bo ev rojên tarî ronî bibin divê em bi hev re bitêkoşin. Ji lew re faşîzm niha bi tevahiya saziyên xwe êrişê dibe ser gelê kurd û hêzên demokrasiyê. Bi binçavkirin û girtinan dixwaze wan bitepisîne. Desthilat ji her aliyî ve tengijiye û her ku ditengije êrişê dibe ser jinan, xwendekaran binçav dike û mafên kedkaran xesp dike. Ji xeynî şer tiştekî ku ev desthilat bide gelên Tirkiyeyê nemaye. Lewma hemû kesên ji bo pêşeroja Tirkiyeyê têdikoşin û xwedî xeyala jiyaneke azad, wekhev û adil in divê di vê meşê de li cem me bin." 
 
Alapaydin di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrişa li ser Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku piştî bernameya meşê hatibû ragihandin pêk hatibû û wiha qedand: "Ev operasyona dawî ji bo astengkirina meşa me ye. Lê ne çewisandin ne jî binçavkirin dê nikaribin pêşî li ber meşa me bigirin. Zext û zorî çid ibin bila bibin em ê meşa xwe li dar bixin." 
 
MA/ Esra Solîn Dal