SES: Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna me asteng bikin

  • jin
  • 19:13 7 Hezîran 2022
  • |
img
AMED –  SES a Şaxa Amedê destnîşan kir ku zextên li ser jinên têkoşer zêde bûne, lê dê ev zext nikaribin têkoşîna wan asteng bikin û got: "Em jin dê her roj têkoşîna xwe bilind bikin.”
 
Sendîkaya  Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) li ber avahiya sendîkayê têkildarî girtina sekretera SES a Şaxa Amedê Fatma Yildizhan daxuyanî da. Platforma Ked û Demokrasiyê, sendîkayên li bajêr û rêxistinên civaka sivîl tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Têkoşîna ked û jinê nayê darizandin” nivîsandî hat vekirin û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. 
 
Hevseroka SES a Şaxa Amedê Yildiz Ok Orak daxuyanî xwend. Ok Orak diyar kir ku desthilata AKP'ê êrişî jinên muxalîf dike û bi vê helwestê dixwaze ku vîna jinan bişikîne. Ok Orak bilêv kir ku desthilata AKP'ê bi polîtikayên binçav kirine û girtinê dixwaze jinan qir bike û got: “Di 16’ê Adarê de bi awayekî bêhiqûqî sekretera me Fatma Yildizhan jî di nav de 24 jin ji ber ku tevli çalakiyên 8’ê Adarê bûne hatin binçavkirin û 11 jin jî piştî binçavkirinan hatin girtin.”
 
‘JIN DÊ TEKOŞÎNA XWE BILIND BIKIN’
 
Ok Orak destnîşan kir ku desthilatdarê ji 8’ê Adarê tirsiyaye û ji ber vê êriş biriye ser jinan û got: “Desthilat bi polîtikayên binçavkirin û girtinê re dixwaze civakê çavtirsandî bike. Ew binçavkirin tên wê watêye ku desthilatdar sazî û rexistinên jinan ji xwe re dike hedef û dixwaze saziyen jinan bigire û jinan bi tirsê biqutifîne. Lê bila her kes baş bizane ku girtin û binçavkirin nikarin têkoşîna me asteng bikin. Em jin dê her roj têkoşîna xwe bilind bikin.”
 
Ok Orak di dawiya daxuyaniyê de bibîr xist ku sekretera wan Fatma Yildizhan 81 roj in girtiye û wiha bang li desthilatdarê kir: “Bila Fatma Yildizhan û jinên ku hatine girtin demildest bên berdan. Em jin her tim hebûn û em dê her tim jî hebin. Em tu car dest ji têkoşîna xwe bernadin. Wekî duh îro jî tundiya dewletê nikarê me bide sekinandin."