12 sal in lı ser rêyan e: Em kurd in, serî natewînin

  • jin
  • 09:07 27 Gulan 2022
  • |
img
DÎLOK - Gulnaz Kiliç ku 12 sal in ji bo keça xwe Husna Kiliç a di Girtîgeha Kandirayê de diçe girtîgehê, diyar kir ku dê li dijî çewisandinan dest ji berxwedanê bernedin û got: "Em kurd in, em serî natewînin." 
 
Husna Kiliç (32) ku di sala 2010'an de li Dîlokê di serdegirtina malê de hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin û niha di Girtîgeha Kandira ya Tîpa F'yê de ye, di 12 salan de sirgûnî 4 girtîgehan hatiye kirin. Husna Kiliç ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin, piştî darizandineke 2 salan 19 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn. 
 
Husna Kiliç ewilî 2 salan di Girtîgeha Dîlokê de maye û paşê bi dorê sirgûnî Girtîgeha Kurkçukler a Edeneyê, Girtîgeha Tarsûsê û herî dawî jî 4 sal berê sirgûnî Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê hatiye kirin. Di girtîgehê de gelek nexweşîn lê peyda bûne. 
 
Dêya wê Gulnaz Kiliç destnîşan kir ku girtî li hundur û xizmên girtiyan jî li derve li ber xwe didin. 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN
 
Dayik Kiliç destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di asta îşkenceyê de ne û got: "Li Girtîgeha Kurkçulerê gelek nexweşîn lê peyda bûn. Bi alîkariya hevlaên xwe hat dermankirin. Li hundur fatûreyên ceryanê eynî wekî fatûreyên ceryanê yên derve zêde ne. Tiştên li kantînê tên firotin pir biha ne. Xwarina tê dayîn pir xirab e. Hin cisman davêjin nava xwarinê. Îşkenceyê li girtiyan dikin." 
 
Kiliç bi lêv kir ku ji roja ku pandemî dest pê kiriye heya niha neçûye girtîgehê û hevdîtina bi telefonê ji 20 deqeyî bûye 10 deqe. 
 
Dayik Kiliç anî ziman ku 12 sal in ji bo keça xwe li ser rêyan e û car heye ji ber rewşa aborî û car jî heye ji ber nexweşîna xwe nikare biçe girtîgehê cem keça xwe. Kiliç di berdewamiya axaftina xwe de got: "Carekê ez bi otobusê çûm Kocaeliyê. Di rê de min gelek zehmetî kişandin. Carekê bi tenê bi balafirê çûme. Ew jî di warê aborî de pir bargiran bû. Wê çaxê 3 hezar TL mesrefa me çûbû. Em nikarin ji bin tiştekî wiha rabin."
 
TÊKOŞÎN
 
Kiliç anî ziman ku heya sax bin dê ser bilind bin û got, ew xizmên girtiyan dê li hemberî hemû çewisandinan li ber xwe bidin. Dayik Kiliç di dawiya axaftina xwe de jî ev tişt gotin: "Em li pişta têkoşîna zarokên xwe ne. Tenê ne keça min, bi hezaran mirovên me di girtîgehan de bi nêzîkatiyeke xirab re rû bi rû dimînin. Kezeba me dişewite, lê em ê dest ji vê têkoşîna xwe bernedin. Em kurd in, em heya sax bin em ê bitêkoşin. Ji lew re em sertewandinê qebûl nakin." 
 
MA / Ceylan Şahînlî