Buldan: Em dê jinane têbikoşin û divê hemû jin di refê pêş de bin

  • jin
  • 16:28 8 Adar 2018
  • |
img

AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di mîtînga 8'ê Adarê de axivî û got: "Em dê jinane têbikoşin. Em bang li hemû jinan dikin ku di refên pêş ên tekoşînê de cih bigirin." Di mîtîngê de peyama jinên girtî jî hatin xwendin. 

Mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di pêşengiya Platforma Jinan a Dicle ya Amedê (DAKAP) de bi tevlêbûna hezaran jin li Qada 5'ê Heziranê (Îstasyon) bi coşek mezin didome. Jinên tev li mîtîngê bûn gelê Efrînê silav kirin û bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Efrinê” û "Jin Jiyan Azadî" berz kirin. Koma Ritîma Surê derket ser dikê û stran gotin. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Dema dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin, polîsan komîteya amadekar hişyar kir û xwest siloganan berz nekin. 
 
'EM DESTÛR NADIN MÊRÊ DESTHILATDAR 
 
Ewil li ser navê Komîteya Amadekar a Mîtîngê Prz. Gulşen Ozbek, axaftin kir û wiha got: "Em hemû jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane silav dikin. “Em hebûn em hene em dê hebin. Em destûr nadin ku OHAL'ê ji xwe re bikin mertal. Em destûr nadin feraseta mêr a serdest bibe desthilatdar. Jina kurd hem di bin êrîşa şerê heyî de ye û hem jî di bin erîşên mêrê desthiladdar de ye. Lê tevî hemû êrişan, têkoşîna jinan ji her demê bêtir xurt û serekftî ye. Mêrantiya ku di nava krîzê de ye bi êrîşa li dijî jinê dixwaze derbas bike. Rengê jinê rengê azadiyê ye. Em ji vê êşê re dibêjin êdî bes e. Îro JIN TV vedibe. Em ji vir silavên xwe ji JIN TV re dişînin. 
 
‘EM BIN PIYÊ DAYIKA TAYBET  MAÇ DIKIN'
 
Piştre Hevseroka Gişti ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan jî 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û wiha axivî: "Em carek din dibînin ku Amed li ser piyan e. Em dizanin ku AKP çawa nêzîkî vîna jinê dibe. Tevî hemû êrîşan jin li ser piyan in û dest ji têkşîna azadî û demokrasiyê bernadin. 
Em dê her dem li qadan bin. Em biçin kijan malê em dê bêjin ‘Jin jiyan azadi’. Me li vî welatî feraseta hikûmetê ya li hemberî jnê dît. Serokomar duh dibêje 'Pêwiste binê piyê dayikê bê ramûsandin. Em binê piyê dayikên Ceylan Onkol, Berkin Elvan, dayika Ugur Kaymaz, Dayika Taybet  Înan a cenazeyê wê hefteyekî li kolanê ma maç dikin. Ferqa me û we ev e. Ji ber vê yekê em ji AKP'ê re dibêjin li ser jinê siyasetê nekin."
 
Ger ku Seroka Partiya Îyî behsa şer û mirinê bike bila di nava têkoşîna jinê de cih negire. Ger ku wê wekî mêr tev bigere û biryara şer bide nikare îro pîroz bike. Em dibêjin an azadî an azadî. Têkoşîna me tekoşîn jinane ye. Rêzdar jinên Amedî, em bang li hemû jinan dikin ku tev li vê tifaqa jinan bibin. Bi salan me mirin dît. Me li girtîgehan sirgûn dît. Ji bo ji niha û şûnde hêsir neherikin werin em bi hevre têkoşînek hevpar bidin. Em dîsa dibêjin Jin, jiyan, azadi . An azadî an azadî. ” 
 
‘DIVÊ JIN DI REFÊN HERÎ PÊŞ DE CIH BIGIRIN
 
 Sekretera Giştî ya Platforma KESK'ê  Gulistan Atasoy jî diyar kir ku tevî hemû zext û zordariyan jin dîsa derketin kolanan û wiha got: "Em hemû jinên Amedê silav dikin. Em bi xweşikbûna berxwedanê hemû jinan silav dikin. 8'ê Adarê berxwedan û azadî ye. Herî zêde êrîşî jinan dikin. Lê divê jin jî li dijî van êrîşan di eniya herî pêş a berxwedanê de cih bigirin. Nêvîyê cîhanê jin in. Em li vir peyamê didin mêrên desthiladdar. Em dibêjin em li vir in û em dê li vir bin. Em dê ala aştiyê ya 103 hevalên xwe yên di 10'ê Cotmehê de li Gara Enqere jiyana xwe ji dest dan dewir digirin. Em hebûn em hene û em dê hebin."
 
Piştre peyamên Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê ku girtî ye Figen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak hatin xwendin. 
 
 
Mîtîng bi stran û govendê berdewam dike