Parlamenter Gulum: Îdiaya jinan a avakirina jiyaneke nû heye

  • jin
  • 11:23 25 Gulan 2022
  • |
img
STENBOL - Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum bi bîr xist ku li her cihê ku şer lê heye, bedena jinê weke amûr tê bikaranîn û wiha got: “Jin xwediyê wê îdîayê ne ku jiyaneke nû û demokratîk ava bikin ku her kes bi zimanê xwe karibe lê bijî.”
 
Êrişên ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistanê di 17’ê Nîsanê de dane destpêkirin, mehek li pey xwe hişt. Jinan, ciwanan û hemû dînamîkên mûxalîf ên civakê yên dînamîk bertek nîşanî êrişan dan. 
 
Jinên ku herî zêde ji şer bandor bûn, ji bo li dijî pergal û şerê ber serdestiya mêr têbikoşin di sala 2009’an de Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê (BÎG) ava kirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Zuleyha Gulum ku di heman demê de endama BÎG’ê ye di vê pêvajoya ku polîtîkayên şer ji nû ve xistine dewrê nirxand. 
 
Gulum, bi lêv kir ku qeyrana aborî her ku diçe kûrtir dibe û pergala kapîtalîst di nava qeyraneke mezin de ye û anî ziman ku li Tirkiyeyê jî AKP di encama polîtîkayên ku piştgiriya sermayeye dike de kedkaran û jinan xizantir dike. Gulum, bi lêv kir ku AKP qeyraneke pergalê dijî û diyar kir ku ji bo ji vê qeyranê derbikeve jî xwe bi polîtîkayên şer ve girêdaye. Gulum, bi lêv kir ku şer, rê li ber tacîz, tecawiz û mîlîtarîzmê vedike û destnîşan kir ku jin di pêvajoyên şer de bêhtir xîzan dibin. 
 
‘ŞER FAŞÎZMÊ ZÊDETIR DIKE’ 
 
Gulum, diyar kir ku şerê ku hikumeta AKP’ê bi rê ve dibe faşîzmê zêdetir dike û destnîşan kir ku bi nijaperestiya ku faşîzm bi xwe re tîne re maf zêdetir tên xesp kirin. Gulum, anî ziman ku jin her tim li dijî polîtîkayên şer ên serweriya zilam sekinîne û wiha got: “Di pêvajoyên şer ên beriya niha de jin bi rêxistinkirina çalakî û aktîvîteyên ji her derê welat rolek girîng girtin ser xwe. Jin bi hatina gelhev platforma Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê (BÎG) avakirin. Di serî de ji bo ku pirsgirêka kurd çareser be çek bên bêdengkirin û li welat aştiyeke mayînde were avakirin, daxwazên xwe pêşkeş kirin. Di wê demê de pêvajoyeke aştî û muzakereyê ya desthilata AKP’ê hebû. Jinan jî pêşengtî dikir, ev gelek bi qiymet bû. Lê desthilatê dît ku pêvajoya aştiyê bi kêrî wê nayê û ji nû ve di pirsgirêka kurd de bêçareserî ferz kir. Şûna ku pirsgirêka kurd çareser bike, kete xeteke polîtîk ku netewperestiyê zêdetir bilind bike. Ev êriş û dagirkirina niha pêk tê jî bi vê armancê tê pêkanîn.”
 
‘ARMANÇ JI HOLÊ RAKIRINA DESTKEFTIYÊN KURD E’
 
Gulum, dest nîşan kir ku armanca AKP’ê ewe ku li ku derê destkeftiyeke kurd hebe êrişî wê derê bike. Gulum, destnîşan kir ku qedexekirna şano, muzîk û kurdî ji polîtîkayên şer ne serbixwe ne û bal kişand ser asta dijminatiya desthilatê ya li dijî kurdan. 
Gulum, anî ziman ku desthilata di pirsgirêka kurd de bêçareseriyê ferz dike, şerî li gelan ferz dike. Gulum, da zanîn ku şerê ku diqewime tu pirsgirêkên heyî çareser nake û wiha berdewam kir: “Çareseriya pirsgirêkan aştî ye, ji ber vê yekê jin bi israr dibêjin aştî.”
 
‘JIN DI JIYANEKE NÛ DE BI ISRAR IN’
 
Gulum, diyar kir ku li her cihê ku şer lê heye, bedena jinê weke amûr tê bikaranîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê pêvajoya ku dengê şer bilind dibe û li dijî penaberan nijadperestî tê kirin de pêdivî zêdetir bi bikaranîna peyva aştiyê heye. Pêdivî di şertên wekhev de avakirina jiyaneke hevpar heye. Esas gel dikarin di şertên wekhev de bi hev re bijîn. Ev ji bo herkesê çareseriyeke sûdewar e. Jin xwediyê wê îdîayê ne ku jiyaneke nû û demokratîk ava bikin ku her kes bi zimanê xwe karibe lê bijî.  Ji ber vê yekê jî em jin dê di pêvajoya aştiyê de bi israr û bibiryar bin.”
 
‘HEWL DIDIN BI SER QEYRANAN BIGIRIN’
 
Gulum, anî ziman ku desthilatê ji bo ser qeyrana aborî û xizaniyê ya li Tirkiyeyê veşêre polîtîkayên şer xistin rojevê û wiha pê de çû: “Desthilatê şer kiriye amûrê parastina koltuxê xwe. Vê yekê li hundir bi hamleyên polîtîk dike. Derketina ji vê rêyê jî dibin dagirkerî û operasyon. Li dijî van polîtîkayên şer em jin li cem hev disekinin û dibêjin rêya ku ji van polîtakayan re bêjin bes e di rêxistinkirinê re derbas dibe.”
 
Gulum, destnîşan kir ku di pêvajoyeke ku şer her ku diçe zêde dibe de pêdiviya jinan ji nû ve rêxistinkirinê heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di pêvajoyeke bi vî rengî de pêwîste em jin ji van polîtîkayên şer re bêjin ‘na’ û ji nû ve birêxistin bikin. Ji ber vê yekê, pêwîstî bi platformeke li dijî nîjadperestiyê, neteweperestiyê û polîtîkayên şer, ji eniya jinê ve ji nû ve îtîraz bike heye.”
 
MA/ Esra Solîn Dal