Meclîsa Jinan a HDP'ê: Desthilat haziriya çûna xwe dike

  • jin
  • 21:50 20 Gulan 2022
  • |
img
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê têkildarî endamên partiyê yên hatin girtin daxuyaniyek da. Meclîsa Jinan diyar kir ku desthilat bi polîtîkaya şer haziriya çûna xwe dike û got: "Dê tifaqa mêr a AKP-MHP'ê ku di siyasetê de hebûna jinan tamûl nake, bi bin bikeve û dê jin bi ser bikevin. Em ê bi ser bikevin." 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî girtina Hevberdevka Desteya Rêvebiriyên Xwecihî ya HDP'ê Halîde Turkoglû û endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê daxuyaniyek belav kir. 
 
'DESTHILAT DAWIYA XWE HAZIR DIKE'
 
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku hevalên wan piştî binçavkirinek 4 rojan "dîl" hatine girtin û wiha hatiye gotin: "Ev operasyonên qirkirina siyasî yên beriya konferansa me hatin lidarxistin, hêleke êrişên faşîzma AKP-MHP'ê yên li hemberî têkoşîna jinan e. Desthilat bi polîtîkayên şer, zayendparêzî, nijadperestî û dijminatiya li hemberî jinan haziriya çûna xwe dike. Êrişên li ser partiya me, êrişên li hember têkoşîna azadiyê ya jinê ya partiya me, êrişên li hemberî muxalifan, êrişên li hemberî derdorên ji bo demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê têdikoşin bi awayekî aşkere nîşana vê yekê ne." 
 
'DÊ JIN BI SER BIKEVIN'
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku berê jî ev rêbaz hatine ceribandin û wiha hatiye gotin: "We nikaribû bi van rêbazan jinan bêdeng bike û hûn ê nikaribin jî! Em diyar dikin ku em ê sibê bi Konferansa Jinê ya Asayî ya 4'an bersiva van dîlgirtinan, girtina û dijminatiya li hemberî jinê bidin. Dê tifaqa mêr a AKP-MHP'ê ku di siyasetê de hebûna jinan tamûl nake, bi bin bikeve û dê jin bi ser bikevin. Em ê bi ser bikevin."