Bi hezaran jin dê li Efrînê bibin mertalên zindî

  • jin
  • 17:23 7 Adar 2018
  • |
img

EFRÎN - Bi hezaran jinên ji Fîlîstîn, Lubnan, Mexmur û Herêma Kurdistana Federe hatin Efrînê dê li dijî şerê li Efrînê bibin mertalên zindî. Jinan berê xwe dan Gundê Karate yê Şeraya Efrînê. 

Di pêşengiya Kongreya Star de bi hezaran jinên ji Fîlîstîn, Mexmûr û Herêma Kurdistana Federe ketin rê, bi armanca li dijî şer û êrîşa TSK'ê ya 47 rojin li ser Efrînê tê meşandin bibin mertalên zindî berê xwe dan Efrînê. Jinan bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, hatin Efrinê li Efrînê daxuyanî dan çpaemeniyê. Jinên duh gihiştin Efrînê ji aliyê girseyek mezin ve hat pêşwazîkirin. Jinan îro li qada Efrînê daxuyanî dan û diyar kirin ku dê li dijî şer bibin mertalên zindî. Di daxuyaniyê alên YPJ/YPG û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakirin. Dîsa çiqilên darên zeytûnan rakirin. 
 
‘EM DÊ LI DIJÎ ÊRÎŞAN BIBIN MERTALÊN ZINDÎ' 
 
Di daxuyaniyê de Berdevka Giştî ya Kongeraya Star Evîn Swet, diyar kir ku li ser axa Efrînê êrîşên pir dijwar tên meşandin û wiha got: "Bi êrîşên dijwar dixwazin bi zorê Efrînê vala bikin. Bêyi bêjin jin zarok û sivîl êrîş dikin û qetil dikin. Li dijî hemû destkeftiyên Efrînê komkujiyê dimeşînin. Li dijî pergala jiyana demokratîk a gelê Kurd û Ereb xistine meriyetê komkujiyê pêk tînin. Bi minasebeta 8'ê Adarê ji Başûr û Rojhilate Kurdistanê ji Rojhilatê Firatê ji Cizîr, Reqqa, Minbicê bi hezaran jin bi armanca piştgiriyê bide berxwedana gelan hatin vir. Em jî dê li dijî êrîşan bibin mertalên zindî. Ger ku balafirên şer bixwazin vê herêmê bombe bikin bila me jî bombe bikin. Bila me jî tune bikin." 
 
'EM DEST BI BERXWEDANÊ DIKIN' 
 
Swet, destnîşan kir ku ger Efrîn tune bibe dê hemû mirovahî tune bibe û wiha got: "Êm bêdengiya cemaweriya navneteweyî rexne dikin. Em dê çalakiya xwe ya mertalên zindî heta dawî berdewam bikin. "Em çawa li Kobanê, Reqqa û Minbicê bi ser ketin, em dê îro li vir jî li dijî hêzên dagirker ên Tirk û çeteyên girêdayî wê jî bi ser bikevin. Em dê ji hemû cîhanê re bibin minak. Çawa gelê vir teslîm nabe û li ber xwe dide em jî dê li vir dest bi berxwedanê bikin. Em bang li her kesî dikin ku tev li berxwedanê bibin. Bijî berxwedana Efrînê." 
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Biji berxwedana Efrinê" bi dawî bû. Jin piştî daxuyaniyê ber bi Gundê Karatepe yê Şera ketin rê.