Li Amedê jin ji bo mitînga mezin amade ne

  • jin
  • 09:31 7 Adar 2018
  • |
img

AMED – Li Amedê jin ji bo mitînga 8’ê Adarê Amede ne. Endamên Komîteya Amadekar a mitîngê bang li jinan kirin ku bi rûhê berxwedanê beşdarî mitîngê bibin. 

Li navenda Amed, navçe û gundên wê hefteyeke bênavber xebatên ji bo mitînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê tên meşandin. Jin dê li Amedê li hember her cure neheqî, tundî, êrîş û pêkanînan derkevin qadan û dengê xwe bilind bikin.
 
Serê hefteyekê ye jin çalakiyên cûr bi cûr li dar dixin. Xebata fînalê jî mitînga 8’ê Adarê ye ku dê sibê li Qada Îstasyonê pêk bê. Amadekariyên Jinan bi dawî bûn û jinan ji bo beşdarî mîtîngê bibin bang li hemû jinan kir. 
 
‘EM Ê TU ASTENGIYAN NAS NEKIN’ 
 
Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn got ku ew ê tu astengiyan nas nekin û ji bo beşdarîbûna mitîngê bang li hemû jinan kir. 
 
Endama Platforema Jinan a Dîcle ya Amedê (DAKAP) Rozerîn Çatak jî destnîşan kir ku 8’ê Adarê roja berxwedana û têkoşîna ji bo jiyanek mirovî, azadî û wekheviyê ye û got: “Tundiya li ser jinê bi destê medyayê tê rewakirin.” Çatak anî ziman ku ew ê dev ji daxwaza xwe ya aştiyê bernedin û xwest jin ji bo jiyanek aştiyane û azadî biherikin qada mitîngê. 
 
‘BI HESTÊN BERXWEDANÊ BEŞDAR BIBIN’ 
 
Dayika Aştiyê Zekiye Yilmaz jî bang li jinan kir û got: “Em bi rûh û hestên berxwedanê beşdarî mitînga 8’ê Adarê bibin. Em ji bo 8’ê Adarê re amade ne.” 
 
Endama Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Salîha Aydenîz jî diyar kir ku ew ê roja 8’ê Adarê ji hemûpêkaninên li ser jinan re bêjin na û got: “Li cîhanek şer lê tune be û ji bo jiyanek azad em ava bikin û ji şer re bêjin na divê em li qada bin. Divê em wê rojê li dijî tundî û zilmê serî rakirin û azadiyê qîr bikin.”