Doz li dayika Pinar Gultekîn hate vekirin

  • jin
  • 09:58 6 Gulan 2022
  • |
img
MUGLA - Pinar Gultekîn di sala 2020’an de li Muglayê hate qetilkirin. Bi hinceta ku heqaret li faîl Cemal Metîn Avci kiriye, derheqê dayika Gultekîn, Şefîka Gultekîn de doz hate vekirin. 
 
Xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn di sala 2020’an de li Muglayê hate qetilkirin. Bi îdiaya ku heqaret li faîl Cemal Metîn Avci kiriye, derheqê dayika Gultekîn, Şefîka Gultekîn de doz hate vekirin. Faîl Cemal Metîn Avci, bi îdiaya ku di danişîna 26’ê nîsana 2021’an de “gef û heqaret lê kirine” li Serdozgeriya Komarê ya Muglayê giliyê dayika Gultekîn, Şefîka Gultekîn kir. 
 
Piştî lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Muglayê îdianame hate amadekirin û 1’emîn Dadgeha Cezayên Asliyeyê jî îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku gotinên hatine kirin û girtekên danişînê hev digirin û piştekî gilîker Cemal Metîn Avci li ber lihevkirinê nehatî jî doza cemaweriyê hatiye vekirin. 
 
Di îdianameyê de ji bo dayika Pinar Gultekîn bi îdiaya “Gef û heqaretê” 4 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hate xwestin. 
 
Danişîna ewil a dozê dê di 12’ê cotmehê de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Asliyeyê were dîtin.