Rêzeçalakiyên 8’ê Adarê: Wê jin bi ser bikevin

  • jin
  • 15:13 5 Adar 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Jinan li Amed, Îzmîr û Mugla di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê de rêzeçalakî li dar xistin û jinan got: “Wê jin bi ser bikevin.” 

Di çarçoveya xebat û pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li gelek bajaran çalakî dewam dikin. Platforma Jinan a Îzmîrê bi boneya 8’ê Adarê daxuyanî da. Jinan li avahiya DÎSK’ê ya Herêma Egeyê civîn li dar xist û bi beşdariya gelek jinan daxuyanî dan. Jinan pankarta “Wê jin bi ser bikevin” daliqandin. Li ser navê platformê Tîjda Kiliç daxuyanî da û diyar kir ku desthilata AKP’ê her roj îstîsmar, tundî, kuştin û şerê li dijî jinan rewa dike û êrîşî mafên jinan bi têkoşîna xwe bi dest xistine jî dike. Kiliç got ku ew ê tu êrîşan qebûl nekin û ew ê bibin dengê zarok û jinan. 
 
Li aliyê din Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Îzmîrê ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê li Postexana Pasaport a navçeya Konak ji wekîlên girtî û jinên girtî yên siyasî re kartan şandin. Jinan hestên xwe yên têkoşîna jinan bi girtiyan re parve kirin û silav şandin ji wan re. 
 
LI MUGLA PANEL PÊK HAT 
 
Li navçeya Bodrum a Muglayê Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê bi wesîla 8’ê Adarê panel amade kir. Panel li avahiya HDP’ê pêk hat û rojnameger Ayşe Duzkan û gelek jin beşdar bûn. Ayşe Duzkan gotûbêj kir û bal kişand ser tundî û hemû pêkanînên li ser jinan û ji bo rawestandina van pêkanînan peyamên têkoşîna li dijî tundiyê hatin dayîn. Piştî gotubêjê fîlmê bi navê “Uçurtmayi Vurmasinlar (Bila li firînê nedin)” hat pêşandan. 
 
LI AMEDÊ JI BO MITÎNGÊ BELAVOK BELAV KIRIN 
 
Endamên Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê (DAKP) jî ji bo mitînga roja 8’ê Adarê dê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin, li kampusa Zanîngeha Dîcleyê belavokan belav kirin. Endamê DAKP jinên xwendekar vexwandin mitîngê û jinan li ber Nexweşxaneya Zanîngehê jî belavok belav kir.