Endama RJAK'ê Reşîd: Herêma Kurdistanê ji bo jinan biewle nîne

  • jin
  • 09:06 19 Nîsan 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama RJAK'ê Jîno Reşîd, bi lêv kir ku li Herêma Kurdistanê di kuştina her jinekê de tiliya hikûmetê heye û wiha got: “Ji ber ku ev kujer nayên cezakirin. Ji bo ku gilî nekin, gefan li malbatên jinên hatine qetilkirin dixwin. Êdî ev der ji bo jinan welatekî bi ewle nîne.” 

Li Herêma Federal a Kurdistanê hişmendiya baviksalarî serdest e. Jin, rastî tundiyê tên û di bin navê “namûsê” de yan tên kuştin an jî tên şewitandin. Li Herêma Federal a Kurdistanê di sê mehên destpêkê yên sala 2022’yan de 16 jin hatin qetilkirin. Di 18'ê adarê de li Duhokê zarokê 13 salî A. û zaroka 15 salî ku bi zorê hatibûn zewicandin hatin qetilkirin. Li gorî daneyên Rêveberiya Giştî ya Malbat û Têkoşîna li Dijî Tundiya ser Jinan, 24 jin hatin kuştin, 62 kesan întîhar kir û 78 kesan jî xwe şewitand. Hema hema roj naçe ku li Başûr jinek neyê qetilkirin. Lê tevî vê yekê jî hikûmeta herêmê ji bo pêşîlêgirtina tundî, komkujî û destdirêjiyê gavên girîng neavêtine. Têkildarî mijarê endama Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Jîno Reşîd bi ajansa me re axivî. 
 
'MALBAT TÊN BÊDENGKIRIN' 
 
Jîno Reşîd, bi lêv kir ku li civaka Başûr hişmendiya baviksalarî serdest e û wiha got: “Ev jî bandoreke mezin li jinan dike. Aqilê eşîrkanê heye. Hikûmetê ev hişmendî ava kiriye û bi civakê jî didin qebûlkirin. Li gorî vê ferasetê, jin tenê bo xizmetkirinê hene. Jin nikare bi tena serê xwe biryar bide û di nava pergalê de cihê xwe bigire. Li gorî aqilê hikûmeta heyî, jin tune ye. Di nav partiyên siyasî, sazî û dezgehan de jin weke sembol hene. Tenê ji bo ku bibêjin; ‘Di nava me de wekhêvî heye û jin jî bi me re dixebitin’ vê yekê dikin. Jin bi aqilê jinê nayê birêvebirin û karê xwe nameşîne. Bi aqilê desthilatdaran tên birêvebirin.”
 
‘PDK’Ê MARGERET QETIL KIR’
 
Bi domdarî Reşîd anî ziman ku di dîrokê de jinan roleke girîng lîst û wiha domand: “Têkoşîneke mezin dan. Roj hatiye ku jin ji ber kar û barên siyasî hatine darvekirin. Leyla Qasim mînaka vê ye. Jin hebûn ku di nava pergalê de kar û barên xwe kirine. Lê nehiştin. Margeret mînaka vê ye. Dema dixwest di nava PDK’ê de bixebite, PDK xwest bi kar bîne. Lê Margeret li dijî vê derket. Ji ber ku nexwest bibe koleyê vê hişmendiyê, bi hovane hate qetilkirin. Piştre jî malbata wê ji welat derket. Malbatan bi vî rengî bêdeng dikin. Heta niha jî nehiştine ku ev rastî bê zanîn. Min xwest wê mînak bidim ji ber ku bi vê hişmendiyê nêzî jinan dibin.” 
 
'FAÎLÊ HER JINEKÊ DEWLET E' 
 
Di berdewamê de Reşîd anî ziman ku hişmendiya serdest li herêmê xwe birêxistin dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin, ji her alî ve hatiye bisînorkirin. Bi qasî ku hîzbên Başûr bi vî aqlî tevbigerin, dê tu carî wekhevî çênebe. Ev der, êdî ji bo jinan cihekî biewle nîne. Faîlê her jineka tê kuştin, dewlete. Ji ber ku kujeran ceza nakin. Kujer tên berdan û xelatkirin. Ji ewil di nava malbatê de silhê dikin û piştre jî kujeran ber didin. Malbatên ku gilî dikin jî gef lê tên xwarin û pereye silhê didin wan. Dadger û rayedarên hikûmetê xwedî heman hişmendiyê ne û dibêjin; ‘heke jinê xeletiyek kiribe, dawiya wê mirin jî be divê were cezakirin.’”
 
‘QANÛNÊN WAN JÎ KUŞTINA JINAN DIPARÊZIN’ 
 
Reşîd, destnîşan kir ku oldar jî bandoreke mezin li civakê dikin û wiha pê de çû: “Her carê bang dikin û dibêjin; ‘divê jin ji malê dernekevin, cilên rengîn li xwe nekin û yên bi van nekin jî divê bên cezakirin.’ Dibêjin; ‘ji ewil şîretan lê bike heke guhdar nekir lê bixe. Heke vêcarê jî guh neda êdî dikarî bikujî.’ Ya ku dibe sedema kuştina jinan ev e. Ev kes zilaman birêxistin dikin da ku tundiyê li jinan bikin. Tenê sazî yan jî dezgeheke jinan diparêze nîne. Piştgiriyeke bi jinan re tune ye. Ji jor heta jêr, aqilekî li dijî jinan heye. Dema zilamek jinekê dikuje heke neyê cezakirin, wê demê zilamên din jî heman tiştî dikin. Heke qanûn hebûna, îro jin nedihatin kuştin û tundî lê nedihat kirin. Yek zilam jî ji ber kuştina jinan nehatiye cezakirin. Heta qanûnên wan jî dibêjin ku heke jinek xeletiyekî bike, bikujin. Li vir hîzbên fihûşê hatine vekirin ku hîzbên siyasî piştgirî didin wan. Zilam bi hêsanî diçin wir. Lê ya zilam xeletî, xiyanet an jî şaştî nayê qebûlkirin. Lê heke jinek heman tiştî bike, tê kuştin. Pêdiviya Başûr bi qanûnan heye. Li vir zîhniyeta Baasê serdest e û bi destwerdanên derve xwe bihêztir dike.” 
 
'KUŞTINA JINAN ÊDÎ BÛYE TIŞTEKÎ JIRÊZÊ’
 
Jîno Reşîd bal kişand ser bandora neyînî ya êrişên Tirkiyeyê ya li ser jinan û ev tişt anî ziman: “Yek ji sedema zêdebûna tundî û kuştina jinan jî dagirkirina xakê ye. Jixwe ev zîhniyeta qirkirina jinan, zîhniyeta dagirkerên Kurdistanê ye. Çima? Ji ber ku hev temam dikin. Dema xaka te dagir dikin, ji ewil dest dirêjî jinan dikin. Dagirkeriyê bandoreke mezin li vir kiriye. Dewleta tirk li ser herêmê siyaseteke cuda dimeşîne. Jinan hedef digire. Jin, mîna pezekî di devê gur de ye. Bêkes û bêxwedî ye. Dibêjin pirsgirêka jinan, pirsgirêka civakê ye lewma divê malbat di navbera xwe de çareser bikin. Lê pirsgirêkeke siyasî û civakî ye. Jin dibin qurbaniyên desthilatdarî û dagirkeriyê. Ev zîhniyet ji hêlekî ve xaka me dagir dike û ji hêla din ve jî jinan dikuje. Mirov nikare qetilkirina jinan û dagirkina axê ji hev cuda bigire dest. Ji ber ku jin, beşeke herî esasî ya xakê ye. Jin, ji bo dagirkeran mîna axê girîng e. Jin û ax weke hev in. Lewma tê kuştin û destdirêjî lê tê kirin. Kuştina jinan li Başûr êdî bûye tiştekî ji rêzê.” 
 
'HETA KU AX BÊ DAGIRKIRIN WÊ JIN JÎ BÊN QETILKIRIN' 
 
Di berdewamê de Reşîd bal kişand ser tifaqa jinan a li herêmê û axaftina xwe wiha qedand: “Heke bikarin tifaqa xwe ava bikin û xwe birêxistin bikin, wê demê dê bikarin li hemberî vê hişmendiyê bisekinin. Heta ku xaka me dagirkirî be, dê jin jî her tim bên kuştin. Lewma divê ji bo parastina xaka xwe têbikoşin. Heke li dijî van êrişan, bertekên heyî neyên birêxistinkirin dê qirkirina jinan zêdetir bibe. Pêwîste jin rist û erka xwe baş bilîze. Bêdengiya me dibe sedemê kuştina me. Ji ber vê divê ku em ji malên xwe derbikevin û têkoşîna xwe ya li dijî vê hişmendiyê mezintir bikin.”
 
MA / Zeynep Durgut