Bersiv dan doza girtinê: Heta pêşî li cînayetên jinan tê girtin em ê têbikoşîn

  • jin
  • 12:31 14 Nîsan 2022
  • |
img

STENBOL - Endama Komeleya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin ku doza girtinê lê hatiye vekirin Melek Onder diyar kir ku di nava 12 salan de li korîdorên edliyeyê ji bo “edaleteke rast” têkoşiyane û wiha got: “Li dijî bêhiqûqiya heyî em ê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin.” 

 
Malbatên jinên ku di encama tundiya zilaman de hatibûn qetilkirin, di sala 2010’an de Komeleya Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) ava kirin. Dozgeriya Komarê ya Stenbolê li ser daxwaza Maseya Komeleyan û Walîtiya Stenbolê, derheqê komeleyê de bi sûcdariya “xebatên li dijî qanûn û exlaqê dikin” doza girtinê vekiribû. Di hinceta doza girtinê de jî îdiaya “qaşo di bin navê parastina mafên jinan de avadaniya malbatê tune dihesibînin û parçe dikin” hate kirin. Komele, ev 12 sal in derheqê cînayetên jinan de daneyan berhev dike, dozên tundiyê dişopîne û li 72 bajarên Tirkiyeyê jî xebatan dike. 
 
TÊKOŞÎNA EDALETÊ YA 12 SALAN
 
Endama KCDP’ê Melek Onder têkildarî dozê bi ajansa me re axivî. Onder, diyar kir ku ji roja damezirandina komeleyê heta niha ji bo sepandina qanûnan têdikoşin û wiha got: “Em ê doza girtinê qebûl nekin. Ev 12 sal in em vê têkoşînê bi tena serê xwe nameşînin û ji vir û şûn de jî dê bi tena serê xwe nemeşînin. Mebesta me ya ji avakirina komeleyê ew bû ku rê li ber cînayetên jinan bigirin. Ev 12 sal in em li vê erdnîgariyê têgeha ‘cînayetên jinan’ bi kar tînin. Me gelek mirinên biguman ên jinan derxistin holê. Me bi aşkerakirina daneyên ku her meh didin re nîşan da bê ka têkoşîneke jiyanê ya çawa didin.” 
 
‘DESTHILATDARÎ JI JINAN DITIRSE’
 
Bi domdarî Onder da zanîn ku li dijî kesên têkoşîna wekheviyê ya jinan tune dihesibînin, wan jî her tim gotiye “Dê teqez bi tenê nemeşî” û wiha domand: “Me xwe li hemû bajaran birêxistin kir û qad dagirtin. Di nava van 12 salan de li 72 bajaran edliye nema ku em neçûnê. Jin jî di ferqa vê têkoşînê de lewma ji bo mafên xwe yên bingehîn têdikoşin. Li dijî destkeftiyên jinan gelek êriş hene ku yek ji wan jî betalkirina Peymana Stenbolê ye. Lê jin paşde gav navêjin û her ku diçe ev têkoşîn mezintir dibe. Heta em pêşî li cînayetên jinan digirin jî dê têkoşîna me bidome. Ji ber daneyên me, dewlet neçar ma ku rastiya cînayetên jinan qebûl bike. Em niha qala mirinên biguman ên jinan dikin ku hikûmet qebûl nake. Lê bi saya têkoşîna me dê neçar bimînin ku qebûl bikin. Desthilatdarî ji têkoşîna jinan ditirse. Lewma her roj derheqê me de dozan vedike. Lê hewldaneke vala ye û em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.” 
 
‘BILA NE BI ME LÊ BI KARÊ XWE VE MIJÛL BIBIN’
 
Onder, destnîşan kir ku bêyî ku sedemeke hiqûqî hebe derheqê komeleya wan de bi îdiaya “xebatên li dijî qanûn û exlaqê” derheqê komeleya wan de doz hatiye vekirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo girtina komeleyê di destê wan de sedemeke şênber tune ye. Tevî vê yekê jî hewl didin sûcan biafirînin. Derdorên ku di destê wan de hêz heye dibêjin qey dikarin her tiştê dixwazin bikin. Lê xwe dixapînin. Têkoşîna jinan, têkoşîneke civakî ye ku bi sedan sala ye didome. Tiştên ku dewlet û desthilatdariyê nekarîn bikin, em dikin. Lewma dibin hedefa wan. Heke li şûna me hinek bi karê xwe ve mijîl bûbûna, me niha qala van tiştan nedikir. Li şûna ku bo tundî û cînayetên jinan çareseriyên mayînde bibînin, êrişî rêxistiniyên jinan dikin. Heke karê xwe bikirana bi sedan jin nedihatin qetilkirin.” 
 
 MA / Esra Solîn Dal