Kampanyaya 'Ji Xizaniyê re Na' wê bi rojeva 'girtîgehê' berdewam bike

  • jin
  • 11:20 14 Nîsan 2022
  • |
img
STENBOL - Endama Koordînasyona Jinan a HDP'ê Feray Mertoglû, diyar kir ku wê kampanyaya 'Ji Xizaniyê re Na' bi sernavên cuda berdewam bike û ev tişt got: "Ji bo dinyayek azad û wekhev em li rêyên têkoşîna bi hev re digerin."
 
Di demên dawîn de yek ji rojeva sereke ya jinan xizaniya jinan e ku bi krîza aborî re kûr dibe. Bi zem û enflasyonên bilind jin bêtir xizan dibin, cihêkarî li wan tê kirin û hêza wan a kar a peyasê kêm dibe, bi awayekî wekhev xwe nagihînin çavkaniyan. Ev jî dibine sedem ku xizaniya jinan kûrtir bibe. Di nav welatên Ewropayê de jin herî kêm jin li Tirkiyeyê dixebitin. Li gorî daneyên Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO), ji sala 2021'an ve ji bo tevlîbûna kar a jinên temenê wan di seriya 15'an de di nav 187 welatan de Tirkiye di rêza 165'an de cih digire. Li gorî Rapora Newekheviya Zayendî ya Kurewî ya 2021'an, Tirkiye di nav 156 welatan de di rêza 133'an de cih digire. 
 
Li gorî rapora Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR), bêkariya jinan di asta herî bilind de ye. 
 
Li dijî vê rewşê di 10'ê sibata 2021'an de Meclisa Jinan a HDP'ê kampanya "Ji bo jinan edalet" dabû destpêkirin û weke gava duyemîn kampanya bi têkoşîna bi xizaniya jinan re hatibû berdewamkirin. Meclisê, ji ber krîza aborî ku di şertên pandemiyê de kûr bû û bêkariya jinan kampanya 'Ji Xizaniyê re Na' da destpêkirin û daket qadê û ji her beşên civakê bi jinan re hevdîtin kir. 
 
'ME LI QADÊ ZANÎ BÊ KA NÎJADPERESTÎ ÇI YE' 
 
Endama Koordînasyona Navendî ya Jinan a Meclisa Jinan a HDP'ê Feray Mertoglû, derbarê xizanî û kampanya dabûne destpêkirin de ajansa me re axivî. Mertoglû, derbarê sedemên krîza aboriyê û bandora wê ya li ser xizaniya jinan de nirxandinan kir û destnîşan kir ku kampanya 'Ji Xizaniyê re Na' ku di 5'ê nîsana 2021'an de starta wê dabûn didomînin û wiha got: "Em ji her beşên civakê bi jinan re hatin gelhev. Jin li her derê bi newekheviyê re rû bi rû dimînin. Li erdnîgariya ku em lê dijîn dizanin ku xizanî çî ye. Dema ku em daketin qadê me dît ku cihêkarî û nîjadperestî çi ye. Ji bo guhertine pêwistî bi têkoşînek zor heye." 
 
DI HEDEFA WAN DE GIRTÎGEH HENE
 
Di berdewamê de jî Mertoglû, destnîşan kir ku wê di pêvajoya pêş de jî giraniya xwe bidin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û pirsgirêkên ku jinên girtî dijîn û derbarê mijarê de ev agahî dan: "Wê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş, şewitandina înfazan û pirsgirêkên paqijiyê yên jinan di rojeve me de bin. Ne pêkan e ku girtî bi tena serê xwe bi van pirsgirêkan re serî derbixin. Ji bo ku banga hestiyariyê bikin em ê bi gelek derdorên cuda re hevdîtinan bikin. Em e sînorên vê berfireh bikin. Em ê bi rêxistinên jinan ên li derveyî xwe re jî hevdîtinan bikin. Niha pirsgirekek aboriyê ya piralî tê jiyîn û divê tekoşîna li dijî vê bê berfirehkirin. Ji bo dinyayek azad û wekhev em li rêyên têkoşîna bi hev re digerin."
 
MA / Esra Solîn Dal