Ji bo Aysel Tugluk bang li baroyan kirin: Êdî bikevin nava tevgerê

  • jin
  • 16:14 5 Nîsan 2022
  • |
img

ENQERE - Ji bo Aysel Tugluk 1000 Jin’ê bang li baroyan kir ku ji bo girtiya nexweş Aysel Tugluk bikevin nava liv û tevgerê. 

Ji bo Aysel Tugluk 1000 Jin, bi munasebeta 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir. Di peyama xwe de bal kişandin ser rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tugluk û bang li baroyan kirin. 
 
Di peyamê de ev tişt hate parvekirin: “Weke 6 hezar jinên ji 54 welatên cuda, em dixwazin bi bîra parêzer û baroyên ku Roja Parêzeran pîroz dikin bînin ku mafê jiyanê yê Aysel Tugluk tê binpêkirin. Banga me ji bo baroyan ew e ku #AyseliSavunuyoruz bo berdana Ayselê bikevin nava liv û tevgerê.”