Wê ji Şengalê heta Lubnanê jin ber bi Efrînê ve biherikin

  • jin
  • 09:12 3 Adar 2018
  • |
img

EFRÎN - Rêvebera Kongra-Star Newroz Mihemmed, diyar kir ku amadekariyên wan ên 8'ê Adarê didomin. Mihmmed bi lêv kir ku wê ji Minbic, Heleb, Şam, Şengal û Lubnanê jin tev li çalakiya 8'ê Adarê ya li Efrînê bibin û got: "Wê şoreşa li Efrînê bê wateya naskirina nasnameya azad a hemû jinên cîhanê." 

Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên OSO'yên girêdayî wê, li hemberî Efrînê didomin. Tevî hemû êrîşan jî, jinên efrînî wê di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de meş û mîtîngeke mezin li dar bixin. Wê tevî jinên efrînî ji Minbic, Heleb, Şam û Lubnanê jî jin tev li çalakiya 8'ê Adarê ya Efrînê bibin. 
 
Rêvebera Kongra-Starê Newroz Mihemmed, anî ziman sedemeke êrîşên li Efrînê jî ew e ku dewleta tirk dixwaze "Ji Efrînê jinan derxîne" û got: "Dewleta tirk dixwaze gel ji Efrînê derxîne, jinan derxîne. Nemaze jin zarokên xwe datînin cem cîranên xwe û diçin ser karê xwe. Diçin tev li meşan dibin, tev li mîtîngan dibin, tev li merasîmên şehîdan dibin. Yanî li her qadên jiyanê ne. Li Efrînê roj tune ye ku bê mîtîng derbas bibe." Mihemmed, diyar kir ku ew her sal ji 1'ê Adarê dest bi pîrozbahiyên 8'ê Adarê dikin, lê belê îsal ji ber şert û mercên şerî ew ê di roja wê de pîroz bikin. 
 
‘8'Ê ADARÊ ROJA FIKRA RÊVEBERIYA FEDERATÎF A RÊBER APO YE' 
 
Mihemmed ku got “Arîn Mîrxan li Kobaniyê navê kurda rakir pêdarê û îro jî li Efrînê hevrêya me Avesta Xabûr hebûna kurdan a li cîhanê îspat kir" wiha got: "Ji bo me ji 1'ê Adarê ve her roj cejn e. Lê belê cejna me ya 8'ê Adarê bi xwîniye. Û wê ev cejna 8'ê Adarê, bibe serketina hemû gelên bindest. 8'ê Adarê roja fikra rêvberiyeke federatîf ku Rêber Apo dixwest li Sûriyeyê pêk bê. Li ser vî esasî em serkeftinê ji hemû jinên cîhanê re dixwazin." 
 
‘ŞOREŞA EFRÎNÊ NASKIRINA NASNAMEYA AZAD A JINA YE' 
 
Mihemmed, destnîşan kir ku divê bi boneya 8'ê Adarê hemû jinên cîhanê ji bo Efrînê rabin ser piya, got: "Jixwe me bi çalakiyên xwe bang li hemû jinên cîhanê kiribû ku ji bo Efrînê rabin ser piya. Îro jî em vê banga xwe dubare dikin. Bi taybetî bila ji bo jinan rabin. Çimkî şoreşa Rojavayê wekî şoreşa jinê tê zanîn û wê şoreşa li Efrînê bê wateya naskirina nasnameya azad a hemû jinên cîhanê." 
 
MA / Nazim Daştan - Selami Aslan