Li Erziromê jinek hat kuştin

  • jin
  • 16:31 1 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Erziromê Hatîce K., ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin. Li Stenbolê jî jina bi navê F.T., bi tundiya zilamekî re rûbirû ma. 
 
Li navçeya Xoresana Erziromê Hatîce K., (32) ji aliyê hevjînê xwe Yunus K. (37) bi çeke hat birîndarkirin. Yunus K., bi heman çekê gule berda xwe û întîhar kir. Ekîbên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ekîbên tenduristiyê Hatîce K., a giran birîndar bûbû rakirin nexweşxaneyê û li vir jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Yunus K. jî li cihê bûyerê miriye. 
 
STENBOL
 
Li navçeya Çekmekoyê ya Stenbolê jî zilamê bi navê S.G., li naverasta kuçeyê tundiyê li jina bi navê F.T. kir. Xelkê derdorê li ser fîxana jina rastî tundiyê hat derketin şaneşîn û paceyên malên xwe û ji bo tundiyê asteng bikin, pêlav û kulîlkdan dakirin zilam. Tevî vê yekê jî tundiyê dewam kir û hin welatî çûn cihê bûyerê û mudaxileyî zilam kirin û tundiyê asteng kirin. 
 
Êrişar ji aliyê polîsan ve binçavkirin û wî birin qereqolê.