Çîroka sirgûn, tundî, kedxwarî û berxwedanê

  • jin
  • 11:07 2 Adar 2018
  • |
img

WAN - Fîlîz Tural a ji Gimgimê koçî Bûrsayê kir û 20 salan li sirgûniyê jiya, piştî 20 salan disa vegeriya welatê xwe û dest bi hilberîn û jiyanek nû kir. Tural a rastî tundî, zext, kedxwariyê hat û bi berxwedana xwe jiyanke nû ava kir diyar kir ku hêza jinê ya jiyanê xweşik bike heye. 

Fîlîz  Tural a ji navçeya Gimgimê ya Mûşê koçî Bûrsayê kir û 20 salan li sirguniyê ma, piştî 20 salan dîsa vegeriya ser axa xwe û ji nûve jiyanek nû ava kir. Filiz Tural ku 20 salan li sirgûniyê ma rastî tundî, zext, kedxwarî û neheqiyê hat û piştî vegeriya welatê xwe bi têkoşînê dikana kuaforiyê ya Hêlîn Roj vekir  û jiyanek nû ava kir. Tural, ku sirgûnî welatên rojava bû li dijî zext û tundiyê di ber xwe da diyar kir ku hêza jinan a jiyanê xweşik bike heye. 
 
Tural, di salên 1990'an de koçî Bûrsayê û di sala 2013'an de piştî rastî tundiya hevserê xwe hat, tevî 2 zarokên xwe ji Bûrsayê çû Stenbolê. Tural, ji ber rastî tundiya hevserê xwe hat, xwest wî berde û koç kir û carek din venegeriya mala wî. 2 salan ji bo hevserê xwe berde hem têkoşîna hiqûqê meşand û hem jî ji bo 2 zarokên xwe xwedî bike kar û barê giran kir. Lê hevserê berê bi zora çekê 2 zarokên wê ji destê wê girtin. Tural, demek dirêj 2 zarokên xwe nedît. Piştî demekê dîsa vegeriya Bûrsa û keça xwe ya biçûk ji destê hevserê xwe yê berê xelas kir. Tural, anî ziman ku wê mirin da ber çavê xwe û ji mal derket û ji niha û şûnde tu hêz nikare wê vegerîne. 
 
Tural ku piştî vegeriya welatê xwe diyar kir kir ku dema koçî Bursayê kir hêj 17 salî bû karê giran kir û dest ji dibistanê berda. Tural, anî ziman ku piştî zewivî 2 zarokên wê yên keç çêbûn û di 17 salên zewacê de her dem rastî tunî û lêdana hevserê xwe hat.  Tural, anî ziman ku dema li Bûrsa bû li salona xweşikbûnê kar dikir û piştî dîsa vegeriya Gimgimê dest bi karê kuaforiyê kir. Tural, destnîşan kir ku piştî li Bûrsa û Stenbolê rastî gelek zor û zextên dijwar hatin biryar da ku dîsa vegere Gimgimê û li vir dikana Kuaforiyê veke. Tural, anî ziman ku wê navê 2 keçikên xwe li dikana xwe kiriye û navê wê kiriye Hêlîn Roj. Tural, anî ziman ku mirin da ber çavê xwe û biryar da ku hevserê xwe berde û wiha got: "Min ji hevserê xwe yê berê re got 'Tu min bikuje û perçe bike jî tu tişt nikare biryara min xera bike. Min mirin da ber çavê xwe û biryara berdanê da. Ji ber ku jiyana bi wî re ji bo min bibû mirin. Ez ditirsiyam ku min bikuje." 
 
DIVÊ JIN BI WÊREKÎ TEV BIGERIN
 
Tural, anî ziman ku ger jin bi bawerî, wêrekî û biryar tev bigerin hêza wan pir zêde ye û xwest hemû jin ji hêza xwe bawer bin û bi xwe biryarê bidin. Tural, da zanîn ku ger jin hêz û hunera xwe nas bikin tiştekî nekin tune ye û dikarin hemû pirsgirêkan derbas bikin û her tiştî çareser bikin. Tural, anî ziman ku hêza jinê ya xweşik bike û ava bike heye û xwest jin bi hêz û hunera xwe bawer bikin. 
 
 
MA / Nîmet Olmez