'Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derket'

  • jin
  • 09:09 25 Adar 2022
  • |
img

STENBOL - Jinan, anî ziman ku di Newrozê de bi milyonan kes xwedî li Ocalan derketine û got: "Divê Ocalan azad bibe." 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 23 salin li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Bertekên li dijî tecrîdê her diçin mezintir dibin. Jinan, tecrîda li ser Ocalan nirxandin û destnîşan kirin ku demildest divê tecrîd bi dawî bibe. 
 
Kûmrû Çelîk (55) diyar kir ku tecrîd îşkence ye û got: "Em vê zilma li ser rêberê xwe qebûl nakin. Tecrîdkirina Ocalan, tecrîdkirina gelê kurd û e. Heya ev tecrîd hebe, dê tu carî aştî û edalet neyê vî welatî." 
 
'TECRÎD DÊ VÎ WELATÎ BIRÛXÎNE'
 
Çelîk, destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehn ji ber tecrîdê rû didin û got: "Bidawîbûna binpêkirinên mafan, krîza aborî û şer dê bi vekirina deriyên Îmraliyê re bi dawî bibin." Çelîk, bilêv kir ku tenê ne AKP, kî jî wer şûna wê ger di meseleya kurdî de wisa tevbigere dê biçe. 
 
'EM DEV JI RÊBERÊ XWE BERNADIN'
 
Behiye Polat (55), destnîşan kir ku Ocalan ji ber ku doza aştî û wekheviyê dike tê tecrîdkirin û got: "Dixwazin em dev ji nasnameya xwe, rêberê xwe berdin. Lê bila kes ne li benda tiştekî wiha be. Ji ber ku Ocalan li ser vê qeqîqetê disekine û li cem gelê kurd û gelên din ên zilm li wan tê kirin cih digire, tê tecrîdkirin." 
 
Polat, bilêv kir ku polîtîkaya tecrîdê tenê ne li ser Ocalan li ser hemû bindestan tê pêkanîn û got: "Em dixwazin demildest tecrîda li ser Ocalan bê rakirin." Polat, diyar kir ku ew jin deyndarê Ocalan in û got: "Jina fikira wî û felsefeya wî esas girtiye guheriye. Bi wî re jina kurd îro ro li hemberî cîhanê şer dike, siyasetê dike. Lewma ji bo me pri girîng e." 
 
Hanîfe Yeşîlmen a 54 salî jî destnîşan kir ku armanca fikirên Ocalan azadiya hemû gelan e û got: "Sedema ewqas zext û çewisandinên li ser civakê tecrîd e. Her ku tecrîd kûr bû girtîgeh tije bûn, jina hatin kuştin û şer zêdetir bûn. Hema bibêje her roj jin tên kuştin. Her toj tên girtin. Ev, dê heya kur bidome. Demildest divê tecrîd bi dawî bibe." 
 
'BI MILYONAN KES DOZA AZADIYA OCALAN KIR'
 
Yeşîlmen, bilêv kir ku kurdan di Newroza 2022'yan de peyameke girîng dane û got: "Gel qadên Newrozê tije kirin û bi sed hezaran kes gotin 'Ocalan' û daxwazên xw eanîn ziman. Xwedî li rêberê xwe derketin û gotin, ew vê zilmê qebûl nakin. Dewlet û îqtidar jî divê vê rastiyê bibînin û li gor wê tevbigerin û deriyên Îmraliyê vekin. Em dixwazin bigihên rêberê xwe. Rakirina tecrîdê hinekî jî di destê me kurdan de ye. Ger em bi hev re bûna, em ê zûtir azad bûbûna. Em divê bi yek bin." 
 
'JI OCALAN DITIRSIN'
 
Yeşîlmen, bilêv kir ku sedema herî girîng a kûrbûna tecrîdê tirsa ji ber fikirên Ocalan e û got: "Ditirsin ku fikirên Ocalan berbelav bibin. Dixwazin pêwandiya di navbera me û Ocalan de qut bikin. Lê çi dikin bila bikin, Ocalan rêberê me ye. Vê yekê qebûl nakin û ji ber vê çi bêhiqûqîtî hebe dikin û nahêlên malbat û parêzer biçin cem wî. Ocalan ne kesekî jirêzê ye. Rêberê gelekî ye, bêhiqûqîtiya li wî tê kirin li me tê kirin. Em dixwazin Ocalan azad bibe." 
 
MA/ Esra Solîn Dal