Di doza Peymana Stenbolê de ji bo 33 jinan biryara beraetê hat dayîn

  • jin
  • 14:40 23 Adar 2022
  • |
img
ENQERE -  Di doza 33 jinên ku ji ber çalakiyên xwedîderketina li Peymana Stenbolê dihatin darizandin, biryara beraetê hat dayîn. 
 
Platforma Jinan a Enqereyê ji bo protestokirina biryara betalkirina Peymana Stenbolê, çalakî li dar xistibûn. Polîsan êrişî çalakvanan kir û nûçegihana me Eylem Akdag jî di nav de, derheqê 33 jinan de doz hatibû vekirin. 
 
Sêyemîn danişîna biryarê ya dozê îro li 28’emîn Dadgeha Sizayî ya Giştî ya Enqereyê hat dîtin. Şandeya dagehê ji bo her 33 jinan jî biryara beraetê da.