Jinên KESK'î dê dîsa bêjin 'Cîhanek din pêkan e'

  • jin
  • 14:49 28 Sibat 2018
  • |
img

ENQERE - Jinên endamê KESK'ê, ya Enqereyê têkildarî pîrozbahî û çalakiyên 8'ê Adarê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew dê li li dijî tundî, binpêkirina mafên mirovan dakevin qadan û bêjin "Cîhanek din pêkan e" 

Platforma Şaxan a KESK'ê ya Enqereyê û Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya Jinan a KESK'ê têkildarî pîrozbahî û çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî dan. Platformê û Jinên KESK'î li 2'emîn Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê pêk anîn. Sekretera Jinan a KESK'ê Gulistan Atasoy, diyar kir ku ew dê îsal çalakiyên xwe bi şîara "Em li pey mafê xwe yê ked, wekhevî û aştiyê ne" çalakiyan pêk bînin. 
 
'CÎHANEK DIN PÊKAN E' 
 
Atasoy, anî ziman ku dê di çalakiyên îsal yên 8'ê Adarê de tundiya li ser jinan û mirovan şermezar bikin û bêjin 'Cîhanek din pêkan e' Atasoy, anî ziman dê 8'ê Adarê li çar aliyê cîhanê jin li dijî cudakarî, tundî, ewlehiyê derkevin kolanan û dengê xwe bilind bikin. Atasoy, ani ziman ku jin dê bêjin "Cîhanek din pêkan e.2 
 
Atasoy, anî ziman ku hikûmetê bi OHAL û KHK'ê her tişt xistiye bin kontrola xwe û wiha got: "Em dê li dijî tundî, zext û binpêkirina mafan li qadan bin. Jin dê serî li ber polîtîkayên tundiyê serî xwar nekin û li qadan bin. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo mafê xwe biparêzin û bêtir xurt bikin dakevin qadan û dengê xwe bilind bikn. 
 
Bernameya 8'ê Adarê ya Enqereyê wiha ye. 
 
* Dê di 3&'ê Adar3e de li dijî OHAL û KHK'yan çalakiya rûniştinê pêk bînin. Dê bixwazin karker û kedkarên neheq ji karê xwe hatine dûrxistin dîsa vegerin karên xwe. 
 
* Dê di 6'ê Adarê re ji Wezîra Malbatê Fatma Betül Sayan Kaya re nameyan bişinin û daxwazên xwe bînin ziman. 
 
* Di 8'ê Adarê de dê li hemû bajaran Platforma Jinan tevî rêxistinên ked û pîşeyî û partiyên siyasî ji bo parastina ked, aştî, wekhevî û azadiyê dakevin qadan, Daxuyanî bidin û çalakiyan pêk bînin.  
 
* Dê bi jinên rastî tundî, zext û binpêkirinên mafên mirovan tên re bi ser navê 'Jin çima aştiyê dixwaze" hevdîtina jinan (civîn) pêk bînin.