Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû

  • jin
  • 18:22 8 Adar 2022
  • |
img
AMED - Mîtînga 8'ê Adarê ya li Qada Îstasyonê ku bi meşeke girseyî bi dawî bû. Di dema meşê de dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" hat berzkirin. 
 
Mîtînga 8'ê Adarê ya bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê bi dirûşmeya "Dem dema azadiya jinan e" li Qada Îstasyonê ya Amedê hat lidarxistin, bi coşeke mezin bi dawî bû. Piştî axaftinan bi dorê hunermend Ayfer Duzdaş û Îlkay Akkaya çûns er dikê. Bi hezaran jinên bi reng û dengê xwe qada xemilandin, bi saetan li ber stranên hunermendan govend gerandin. 
 
MEŞEKE GIRSEYÎ
 
Piştî mîtîng bi dawî bû bi hezaran jin bi tilîliyan û berzkirina dirûşmeyan heya Kolana Gevranê ya li Semta Ofîsê meşiyan. Jinên ku guh li îkaza polîsan nekirin, tim dirûşmeyên wekî "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. 
 
Meş li Kolana Gevranê bi dawî bû. 
 
Hat hînbûn ku polîsan di dema meşê de hin jin binçav kirine. Nehat hînbûn ku bê çend kes hatine binçavkirin û kesên binçavkirî birine ku derê.