'Em ê di rêça Pakîzeyan de têbikoşin'

  • jin
  • 09:27 28 Sibat 2018
  • |
img

ŞIRNEX – Behiye Nayir, dayika Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir, ji bo pîrozbahiyên 8'ê Adarê got: "Em ê di rêça ku Pakîzeyan vekir de têkoşînê berdewam bikin." 

Behiye Nayir, dayika Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku di dema qedexeya derketina derve ya li Silopiyaya Şirnexê tevî endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr û endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar hat kuştin, têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê got: "Em ê têkoşîna Pakîze û hevalên wê bidomînin." 
 
Nayir, 8'ê Adarê li hemû dayikan û jian pîroz kir û der barê keça xwe de got: "Pakîzeyê tu carî neheqiya li ser jinê û gelê xwe qebûl nedikir." Dayik Nayir ku got "Pakîze nesîhet li me dikir. Herî pir jî me ji ehlaqê wê hez dikir" anî ziman ku keça wê "hevala wê ya herî baş" bû. Dayik Nayir anî ziman ku keça wê li hemberî zilm û zoriyê têdikoşiya û got: "Ji aştî û aramiyê hez dikir. Di dema komkujiyên li deijî gelê me de, di nav gelê xwe de ma û got 'heta dilopa dawî jî ez ê li cem gelê xwe bim.' Wê di nav gelê xwe, nav zarokan de têkoşîan xwe berdewam dikir." 
 
‘EM LI SER RÊÇA PAKÎZEYAN BITÊKOŞIN' 
 
Nayir, destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê têkoşîan keça wê wan hîn bêtir bê xurtkirin û got: "Pakîze û hevalên me çawa têkoşiyan, bila jinên li Silopiyayê jî wisa bitêkoşin. Bila rabin ser piya û dîsa bi cilûbergên xwe yên rengîn 8'ê Adarê pîroz bikin. Em di rêça ku Pakîze û hevalên wê vekirin de têkoşînê berdewam bikin." 
 
Nayir, balê kişand nêvenga pevçûnî û got dayik aştiyê dixwazin û divê riya aştî û azadiyê bê vekirin.