Di daxuyaniya 8'ê Adarê de 5 jin hatin binçavkirin

  • jin
  • 18:28 6 Adar 2022
  • |
img
ENQERE - Li Kolana Sakaryayê, polisan êrişî jinên ku derbarê 8'ê Adarê de daxuyanî dan kirin û herî kêm 5 jinan binçav kirin.   
 
Li ser banga Partiya Karkerên Şoreşger (DÎP), Rêxistina Jinan a Sosyalîst a Wekhevî, Federasyona Kulubên Fikran (FKF), Komeleya Jinên Pêşverû (IKD), Jin di Berxwedanê de ne û Meclisên Jinan, komeke jin li Kolana Sakaryayê ya Enqerê hatin gelhev û xwestin ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî bidin. Polisan êrişî jinan kir û herî kêm 5 jinan binçav kirin. Her wiha polisan mudaxaleyî rojnamegerên ku xwestin êrişa wan bikişînin jî kir. 
 
Rexmî vê astengkirina polisan jî jinan daxuyanî da û bal kişand ser zextên desthilatê yên li ser jinan û destnîşan kirin ku desthilat kuştina 276 jinan asteng nekiriye û êrişî mafê jinan kiriye. 
 
Piştî daxuyaniyê jin qadê veqetiyan.