Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin

  • jin
  • 10:08 4 Adar 2022
  • |
img

ANKARA - Endama Platforma Jinan a Enqereyê Latîfe Kahya da zanîn ku dê bi dirûşma “Li dijî tundiya mêr û dewletê, li dijî krîz û xizaniyê, bijî 8’ê Adarê” bi jinan re bicivin. Kahya, diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide têkoşîna wan têk bibe lê dê ev miraza wan hasil nebe. 

Amadekariyên ji bo 8’ê Adarê yên Platforma Jinan a Enqereyê berdewam in. Piştî salên dûvdirêj, li ser banga Platforma Jinan a Enqereyê cara yekemîne ku jinên Enqereyê dê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi mitîngê pêşwazî bikin. Di serî de Qada Tandogan weke cihê mitîngê hatibû destnîşankirin lê di encama hevdîtinên bi walîtiyê re de Anitpark weke cihê mitîngê hate hilbijartin. Mitîng, dê di 6’ê Adarê de bi dirûşma “Li dijî tundiya zilam û dewletê, li dijî krîz û xizaniyê, bijî 8’ê Adarê” were lidarxistin. Dê di mitîngê de Koroya Îlker Kadin, Koma Muzîkê ya Kisçeler û Zeynep Karababa stranên xwe bibêjin. Piştî mitînga 6’ê adarê jî dê jin di şeva 8’ê Adarê di Meşa Şevê ya Femînîst de ji Bîrdariya Madencî heta Qada Sakaryayê bimeşin. 
 
BANGA TEVLIBÛNA MITÎNGÊ KIR
 
Têkildarî mijarê Endama Platforma Jinan a Enqereyê Latîfe Demîrcî Kahya axivî. Kahya, anî ziman ku li dijî zêdebûna xizanî, bêkarî û şer dê di 8’ê Adarê de ji bo jiyaneke adilane û wekhev, ji bo aştiyê dakevin qadan. Kahya, diyar kir ku dê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û di 8’ê Adarê de ji nefeqeyê heta binpêkirinên li girtîgehan, dê gelek mijaran li qadê biqîrîn. Kahya, destnîşan kir ku desthilatdara AKP’ê hewl dide têkoşîna jinan têk bibe lê belê çi dikin bila bikin, dê ev miraza wan hasil nebe. Kahya, herî dawî jî bang li hemû jinan kir ku tev li mitîng û meşa wan bibin. 
 
MA / Zemo Aggoz