Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin

  • jin
  • 15:32 3 Adar 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Jinan li navçeya Hezexê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş û daxwaz kirin ku jinên girtî bên berdan.

Li Herêma Botanê jinan lez daye amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê. Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê de jinan bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nuran Îmîr, Endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê, dayikên girtiyan û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan tevli çalakiyê bûn. Jinan xwest wêneyên jinên girtî yên nexweş li Kolana Hunerê serpêhatiyên jinan bixwînin lê polîsan asteng kir. Li dijî vê astengiyê jinan li ber avahiya rêxistina HDP’ê serpêhatiyên jinên girtî xwendin. Di çalakiyê de dovîzên “Bêdengî tune ye, berxwedana me li her derê ye” hatin hildan. 
 
Çîroka jinên siyasetmender ên girtî Sevîl Rojbîn Çetin, AyselTugluk, Gulten Kişanak, Leyla Guven, Tenzîle Acar û her wiha Ayten Beçet û Garîbe Gezer ên li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan hatin xwendin. 
 
‘DIJMINAHIYA LI HEMBER JINAN DIDOME’ 
 
Piştî xwendina çîrokên jinên girtî, Parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr axivî. Îmîr, diyar kir ku niha li girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran jinên girtî hene û wiha axivî: “8’ê Adarê qêrîna bilindkirina daxwaziya jiyaneke azad û hevpar e. Em jin di her qadên jiyanê de rastî tundiyê tên. Têkoşîna me ya ji bo jiyaneke azad bênavber berdewam dike. Di her warî de em xwedî biryar û hêz in. Em îro dixwazin ku bibin dengê jinên ku dîl hatine girtin. Yê ku di qada siyasetê de ji bo jinan û gelan bedelên giran dan û têkoşîn kirin dîl hatin girtin. Em dixwazin ku îro bibin dengê wan. Lê binêrin her hevaleke me weke ‘terorîst’ pênase dikin. Em vê nêzikatiyê bi tund şermezar dikin. Em ê tu caran qedexekirina jiyaneke azad qebûl nekin. Ev daxwaziyeke meşrû ye. Aysel Tugluk niha bi nexweşiyeke giran re têdikoşe. Şert û mercên ku îro Aysel Tugluk tê de ne pêkan e ku di zindanê de bimîne. Lê dijminahiya li hemberî jin û kurdan di her qadan de didome.”
 
‘BI NÊZÎKATIYEK NIJADPEREST ÇALAKÎ ASTENG KIRIN’ 
 
Îmîr, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser astengiya polîsan û got: “Bi nêzikatiyeke nijadperest her carê çalakiyên jinan tên astengkirin. Li Hezexê pêkanîneke taybet heye. Polîsan dîsa çalakiya me asteng kir. Nehiştin ku em biçin kolana hûnerê. Em tiştekî ku bibe sûc nakin. Astengiya xwe ya li pêşiya têkoşîna me rakin.” 
 
Bername bi berzkirina dirûşmeyên “Berxwedan jiyan e” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.