Jin daketin qadan: Em li dijî tecrîdê û ji bo azadiyê li qadan in

  • jin
  • 16:46 1 Adar 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – TJA’yê û Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de jin daketin qadan û daxwaziya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin. 

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gelek bajaran çalakî û şahiyan li dar xistin. Jinan bi dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” starta 8’ê Adarê dan. Jinên ku bi reng û xemla xwe derketin qadan, daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin. 
 
WAN
 
TJA’yê li Wanê bernameya çalakî û şahiyên 8’ê Adarê eşkere kir. Jin li avahiya Komeleya Jinan a Starê kom bûn û li erbaneyan dan û jinan vexwendin çalakiyên 8’ê Adarê. Endama Desteya Navenda Rêveberiyên Xwecihî ya HDP’ê Hatîce Kiye axivî û got ew bi ruhê berxwedanê 8’ê Adarê pêşwazî dikin. 
 
Kiye got wê mitînga 8’ê Adarê ya li Wanê bi beşdariya Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan pêk were û jinan vexwend mitîngê. Jinan piştî civînê li postexaneyê ji jinên girtî re kart şandin. 
 
COLEMÊRG 
 
Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê jî starta çalakî û şahiyên 8’ê Adarê da. Li ber avahiya HDP’ê daxuyanî hat dayîn û bang li jinan hat kirin ku beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bibin. 
 
RIHA
 
Li Rihayê jî bi pêşengiya TJA’yê li ber avahiya HDP’a Rihayê daxuyanî hat dayîn. Jin bi cilên xwe netewî beşdarî daxuyaniyê bûn û wêneyên jinên hatine qetilkirin û Aysel Tugluk hildan û dirûşm berz kirin. Hevseroka HDP’a Rihayê Çîgdem Karakeçîlî daxuyanî da. Karakeçîlî di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan. Karekeçîlî destnîşan kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin û tecrîdkirina Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rojeva wan a sereke ye. 
 
EDENE
 
Aktîvîstên TJA’yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP’a Edeneyê jî li ber avahiya HDP’a Navçeya Yuregîrê daxuyanî dan. Hevseroka HDP’a Edeneyê Hêlîn Kaya anî ziman ku ew ê li çar milan bibin derya û biherikin qadan û ew ê xwedî li têkoşîna jinan û girtiyan derkevin. Kaya destnîşan kir ku ew ê destûr nedin bi polîtîkaya tecrîdê jiyan û têkoşîna wan were tunekirin. 
 
MÊRSÎN
 
Jinn bi pêşengiya TJA’yê û Meclîsa Jinan a HDP’ê li Mêrsînê jî starta çalakî û şahiyên 8’ê Adarê dan. Daxuyanî li avahiya HDP’a Bajêr pêk hat. Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kûş anî ziman ku ew ê wek jinan bi ruhê Semayan, Viyanan û Sarayan li qadan bin û têkoşîna xwe bidomînin. Kûş da zanîn ku ew ê rê nedin zîhniyeta kujer û mêrperest û şoreşa bêjinan ne şoreş e. 
 
Jinan pişt re govend gerand. 
 
DÊRSIM 
 
Platforma Jinan a Dêrsimê jî li avahiya Şaxa Egîtîm Senê daxuyanî da. Hevseroka HDP’a Dêrsimê Nûrşat Yeşîl anî ziman ku ew ê dest ji destkeftî û têkoşîna xwe ya bi salan bernedin. Yeşîl diyar kir ku 2 sal in agahî ji Gulistan Dokû nehatiye girtin û her çiqas dewlet dixwaze Gulistanê bide jibîrkirin jî lê ew ê destûr nedin vê yekê û ew ê her li aqûbeta Gulistanê bipirsin. Yeşîl got ew ê roja 8’ê Adarê li Meydana Seyîd Riza mitîngê li dar bixin û jinên Dêrsimê vexwend mitîngê. 
 
ŞIRNEX
 
Aktîvîstên TJA’yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê li Şirnexê jî starta 8’ê Adarê bi şahiyekê da. Şahî li eywanek dawetê ya li navenda bajêr pêk hat. Gelek jin beşdarî şahiyê bûn û pankartê “Dem dema azadiya jinan e” hat daliqandin. Hevseroka HDP’a Şirnexê Sabûha Akdag anî ziman ku ew di heyamek ku jinan têkoşîna xwe mezin kiriye de pêşwaziyê li 8’ê Adarê dikin û ew ê li dijî tecrîd û her cûre binpêkirinên mafan di 8’ê Adarê de li qadan bin. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê jî Nûran Îmîr jî peyamek şand şahiyê û Îmîr di peyama xwe de dibêje ku ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin. 
 
Piştî axaftinan hunermend Berfîn Aktay derket ser dikê û strî. Jinan bênavber dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin û govend gerandin. Şahî li ber stranên Aktay qediya.