Jinên Başurê Kurdistanê dê di 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê bi ruhê Viyanan tebikoşin

  • jin
  • 09:00 28 Sibat 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Federal a Kurdistanê ku tundî, qetilkirin û tecawizkirina jinan herî zêde lê diqewime, jin amadekariyên 8'ê Adarê dikin. Endama RJAK'ê Jîno Reşîd, diyar kir ku li herêmê pêdiviya jinan bi piştgirî û yêkitiye heye û got: "Em ê bi ruhê Clara Zetkîn, Hevrîn Xelef, Sakîne, Arîn û Viyanan li qadan bin.”

Li Herêma Federal a Kurdistanê ku di navbera salên 2016-2020’an de ji sedî 33’yê tundiya li ser jinan zêde bûye, li gorî daneyên fermî di 6 mehên destpêkê yên sala 2021’an de 20 jinan xwe kuşt, 37 jinan jî xwe şewitandine. Li herêma ku her diçe tundî zêde dibe, roj tune ye ku jinek neyê kuştin. Hikûmeta heyî jî heta niha ji bo pêşîlêgirtina tundî, komkujî û tecawiza li dijî gavên girîng neavêtine. Herêma ku herî zêde mafên jinan tê tunekirin û her roj jin rastî tundiyê tên wê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi berxwedanê pêşwazî bikin. Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ku li Kurdistana Federe xebatên xwe dimeşîne wê îsal 8'ê Adarê bi tekoşînê pîroz bikin. Endama RJAK'ê Jîno Reşîd, bernameya 8’ê Adarê ya jinên Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re nirxand. 
 
'BI DARÊ ZORÊ BI JINAN FUHUŞÊ DIKIN' 
 
Jîno Reşîd, diyar kir ku li herêmê jinên ku di bin desthilatdariya mêr de dijîn, dengê wan ê daxwaziya azadiyê tê fetisandin û wiha axivî: "Herêm bi hişmendiyeke desthilatdar ve tê rêvebirin. Ev hişmendiye zirarê dide civakê, malbatan û gel.  Ji ber vê hişmendiya serdest jin tên kuştin. Ji ber wê jî hejmara jinên ku tên qetilkirin roj bi roj zêde dibe. Ji ber ku civak ji aliyê hişmendiyeke zayendperest ve tê rêvebirin tundî, kuştin û qirkirina li dijî jinan ji xwe birêxistin dike û zêde dibe. Ji ber wê jî nahêlin ku di qadên civakî de jin daxwaziya xwe ya azadiyê bilind bikin. Bi her aliyî ve jinan xwe ve girê didin. Jinên ku azadiyê dixwazin jî gef li wan tên xwarin. Gelek jin jî li hemberî van gefan neçar dimînin û xwe bêdeng dikin. Lê di rastiyê de jî her jinek li hemberî vê pergalê neraziye. Ev nerazîbûn ne tenê li hemberî pergalê ye, di heman demê de li hemberî jiyana ku li wê tê ferzkirin. Lê mixabin ku ev qêrîna wan bêdeng dimîne û nikarin dengê xwe derbixînin.Gefa herî zêde ya li ser jinên herêmê bêkarî ye. Ji ber vê jî gelek jin hene ku fuhuşê dikin. Jin ji neçarî vî tiştî dikin. Ew mêrên ku di nav hîzbên siyasî de hene wan ji jinan re esas digirin. Ew kesên ku dibêjin em siyasetmenderin bi jinan re têkiliyên cuda danîn. Ev têkiliye jî têkiliyên ne rastin. Jinên ku azadiya xwe nafikirin, tenê fikarên wan ên aborî hene û tenê ji bo vê dijîn kuştina wan rewa tê dîtin. Li vir kesek ku pêşengiya jinan bike nîne. Ji ber vê jî li herêmê daxwaza azadiyê ya jinan jî qels dimîne. Bêgûman encamên vê jî dibe kuştin, şewitandin û qetilkirin."
 
'JINÊN ÇALAK TEŞHÎR DIKIN' 
 
Reşîd, da zanîn ku li herêmê li dijî jinan polîtîkayên taybet tên meşandin û civak jî şirîkê van polîtîkayane û wiha berdewam kir: "Jinên sîyasetmendar, azadîxwaz, zana û çalak tên girtin. Yan jî gef li wan tên xwarin û ji têkoşînê dûr dixin. Pergala heyî li vir sûcê exleqî pêk tîne. Van jinên çalak teşhîr dikin. Di van demên borî de çend endamên me hatin girtin. Jinên rojnamevan çiqas li vir nebûn jî hatin teşhîrkirin. Heta niha vê pergalê tu caran xizmetek ji bo jinan nekiriye û nake. Ji ber wê piştî raperîna ku li Başûrê Kurdistanê hatiye kirin, hêdî hêdî kete bin desthilatdariya sazî û dezgehên siyasî. Beriya vê jin bi cesaret bûn. Pir kêm jin dihatin kuştin. Her qadeke civakî de cihê xwe digirtin. Lê belê piştî raperînê jin li gorî berjewendiyên xwe yên sîyasî bikaranîn. Jin pir lawaz man. Meseleyên namûs bi cih kirin. Li gel bi cihkirina vê hişmendiyê jî roj nebû ku jin nehat kuştin. Êdî kuştina jinan normal bûye. Êdî mafê kuştina jinan daye mêr. Civak jî vî mafî weke mafeke meşrû dibîne. Dibêjin namûsa xwe paqij kiriye. Yan jî dibêje ku, 'Ez serxweş bûme û min kuştiye'. Piştî ku jinan dikujin jî wan tawanbar dikin. Hem dikujin û hem jî tawanbar dibînin. Kes nikare mudaxileyî bûyerê bike. Dibêjin ew pirsgirêka malbatê ye. Ev rêbaze jî cesaretê dide civakê tevahî ku jinan bikujin. Divê ji qetilkirin, tundî û tecawîzkirina jinan re sînor hebin. Mesela 3 zilaman tecawîzî jineke ciwan kirine. Li hemberî vê em di mal de bimînin û xwarina xwe bixwin nayê qebûlkirin. Heta ku em xwedî biryarek nebin em nikarin gav biavêjin."
 
'JINÊN PÊŞENG BI HIŞMENDIYA MÊR TEVDIGERIN' 
 
Reşîd, destnişanî rol û mîsyona jinên pêşeng kir û got ku ew jin bi hişmendiya mêr tevdigerin û got: "Li herêmê hîzbên siyasî jin perçe kirine. Pere didin jinan û ji wan re dibêjin ku mafê we evqase. Dibêjin, 'Pereyê te heye, mala te heye û tu niha jî li ser kursiyê runiştiyî. Evqasî bese ji we re’. Jin jî nizanin ku ev aqil koletîyê li wan ferz dike. Jin jî bi aqlê wan tevdigerin û bi aqlê wan biryar didin. Jin nizanin ku ev aqil wan dike köle. Jinên ku bi Îslamê ve girêdayî ne û jinên ku bi wan re xwedî heman hişmendiyê ne dikarin di parlemento û saziyên din de cih bigirin. Niha serokê parlementoya Başurê Kurdistanê jin e, lê belê heya niha li ser jinan yek axiftin nekiriye. Rêveberî çi bibêje wê dike. Tenê peywîra wê erêkirina gotinên mêran e. Jinên ku bi cesaret in jî hene. Lê nikarin biaxivin. Ji ber ku di hişmendiya wan de jî tenê pirsgirêkek heye ew jî meseleya hikûmetê ye. Jinên herêmê hin nizanin ku mafê wan jî hene. Divê jinên herêmê erkên xwe pêk bînin. Pir caran dibêjin ku pirsgirêka jin pirsgirêka civakê ye. Ev jinên ku wiha nîqaş dikin jî ew ên ku bi hişmendiya hikûmetê tevdigerin. Pirgirêka jinan ne tenê pirsgirêka siyasî ye, pirsgirêka exleqî, civakî û însanî ye."
 
WÊ BÊNAVBER ÇALAKIYAN LI DAR BIXIN 
 
Jîno Reşîd, anî ziman ku ew ê li dijî her cûreyê tundî û qetilkirina jinan li qadan bin û bernameya wan a 8'ê Adarê wiha ragihand: "Em weke RJAK xebatên xwe berdewam dikin. Heta niha li dijî kuştin, qetilkirin û tundiya li ser jinan me gelek semîner dan. Di çarçoveya 8'ê Adarê de me meha adarê hemû kirine rojên çalakiyê. Heta 8'ê Adarê em ê bênavber çalakiyan de bin. Tora hevbeş me daye destpêkirin. Her wiha di 1'ê Adarê de pêşengeha wêneyên jinên ku hatine qetilkirin heye. Di 2'yê mehê de jî em ê dar biçinin. Em ê 3'yê mehê jî di bazarê de ji jinan re gulan belav bikin. Em ê 4'ê mehê jî şahiyeke jinan li dar bixinin. Lê belê têra nake. Civak ewqasî hatiye desteserkirin ku hêza mirov têra nake ku mirov bibe bersiv. Ji ber wê jî pêdiviya Başûrê Kurdistanê bi şoreşeke hişmendiyê heye. Ji bo guhertin û veguhertinê şoreşeke radîkal pêwîste. Ji bo pêkanîna vê jî pêdiviya me bi yêkitiyê heye. Ji bo ku civak bizanibe ku dengê jinan heye, divê em dest bidin hevdû. Bangawaziya me ji jinan re ew e ku bi rihê 8'ê Adarê dakevin qadan. Divê li hemberî zilma li ser serê jinan helwest û dengê me hebe. Divê em bi çalakiyên radîkal bersiv bidin van êrişên li ser hebûna jinan. Em ê bi ruhê Clara Zetkîn, Hevrîn Xelef, Sakîne, Arîn û Viyanan li qadan bin. Ji niha ve 8'ê Adarê li tevahiya jinan pîroz be." 
 
MA / Zeynep Dûrgût