TJA'yê çalakiyên 8’ê Adarê li bajarê Garîbe Gezer da destpêkirin

  • jin
  • 13:30 25 Sibat 2022
  • |
img
MÊRDÎN - TJA starta çalakiyên 8’ê Adarê ji bo bîranîna Garîbe Gezer li Kerboranê da. Jinan destnîşan kir ku ew ê têkoşîna Garîbe Gezer û Denîz Poyraz her mezintir bikin û xwestin tecrîda li ser Ocalan demildest were rakirin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), starta rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Kerboranê dide. TJA’yê ji bo bîranîna Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê jiyana xwe ji dest da û li Kerboranê hat veşartin, dest bi çalakiyan kir. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û palarmanterên HDP’ê, aktîvîstên TJA'yê û gelek jin beşdarî daxuyaniya li Kerboranê bûn. Jinan cilên xwe netewî li xwe kirin û beriya daxuyaniyê li ber muzîkê govend gerandin. Dayika Garîbeyê, Halîme Gezer û xwişkên wê jî beşdarî çalakiyê bûn. 
 
 
Jinan di çalakiyê de dovîz, pankart û wêneyên jinên hatine qetilkirin hildan û dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin. Jinan pankarta bi nivîsa "Berxwedana Garîbê berxwedana hemû jinên cîhanê ye" li pêş vekirin. 
 
Beriya daxuyanî bê xwendin, Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê Perîxan Agaoglu axaftinek kurt kir û bal kişand ser starta 8'ê Adarê. 
 
'ÎRO DAWETA XERÎBA MIN E' 
 
Dayika Garîbe Gezer, Halîme Gezer jî axivî û spasiya hemû mêvanan kir û got: "Hûn hemû bi serçavê min re hatine. Îro dîsa daweta Xerîba min e. Ehlê Kurdistanê hatine daweta Xerîba min. Daweta Xerîba min pir xweş e."  
 
Pişt re Berdevka TJA'yê ya Mêrdînê Eylem Amak daxuyanî bi kurdî xwend. 
 
Daxuyaniya bi sernavê "Dem dema azadiya jinan e!" ku ji aliyê Amak ve hat xwendin wiha ye:
 
"Bi hêza wateya hebûna jinê, em bi keda xwe û nirxên dîrokî yên ku me afirandine careke din 8'ê Adarê Roja Jinên  Cîhanê bi ruhê berxwedanî pêşwazî dikin. 
 
Em wek TJA'yê li hember hişmendîya mêrdewletî, 8 adarê li qadan, azadîyê li hemu qadên jiyanê bi layiqa heqîqeta dirokî pêşwazî dikin. Em starta xwe ya 8'ê Adarê iro li Kerboranê didin. Em soz didin têkoşîn û berxwedana hevrê Garîbe Gezer bidominin û têkoşîna wê bilind bikin.
 
EM SERHILDANA XWE MEZIN DIKIN
 
Sala 2021’an ku têkoşîna azadiya jinê, bû jêderka tirsê ya mîhraqên desthilatiyê bûye saleke ku polîtîkayên qirkirina jinan gihiştiye asta hovîtiyê. Pergala serdest a mêrane ku êrîşî nirxên civakî yên jinan dike, bi pêkanîna qirkirina jinê, bi hemû polîtîkayên xwe yên qirêj û zexel dixwaze rastiya tevna civakî jî parçe bike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku dijminê jinê ye pir baş dizane ku, wê bi jinên azad re jiyan azad bibe û desthilatdariya wan bi dawî bibe. Wekî jinên Kurd ku li ser vê bingehê bi sepanên tekparêz û navendîparêz di hedefa polîtîkayên şerê taybet ên zayendîparêz, olperestî û neolîberal de ne, em ji bo hesabpirsîna hemû êrişan bi hêza xwe ya xweîradeyî di 8'ê Adarê de careke din serhildana xwe mezin dikin.
 
ZIMANÊ ME QEDEXE DIKIN
 
Bi qedexekirina zimanê zikmakî ku yek ji sedemên hebûna me ye û bi qirkirina çanda me ye,  ji bo di hemû qadên jiyanê de têkoşîna bi zimanê dayikê, çand û hunera xwe bidin jiyîn em ê vê 8’ê Adarê de pêşiya hemu êrişên nijadperest rawestin.
 
Rastiya dîrokî ya jinê ku kedê hilberandiye û wê civakî kiriye, îro xizankirina ku ji ber qeyrana aborî mezin dibe bêîradebûn, bêhêvîbûn û xizanbûna civakê tê xwestin. bihêlin. 
 
AVAKIRINA JIYANA AZAD
 
Hikûmeta AKP-MHP'ê ku ji Peymana Stenbolê ya li hember qirkirinên jinan vekişiya, niha jî qanûna bi hejmara 6284'an û nefeqeya xizaniyê kiriye hedefa êrîşên xwe. Herî dawî jî bi vesazkirina ku di sûcên tacîz û tecawizê de 'şertê delîlên şênber' derpêş dike bi rewşa bêcezabûnê ku rê li ber sûcên zayendî ve dike hêla xwe bi awayekî zelal nîşan dahiye. Li hember polîtîkayên zayendî û zagonên ku mêran bi navê jinan pêk anîne,li hember rejima qeyûman, li hember qanûnên yekperestî em ê vê 8’ê Adarê de idiaya avakirina jiyana azad tekoşîna xwe bilind bikin.
 
AYŞE GOKKAN
 
Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku bi îlegalîzekirina TJA'yê û di şexsê berdevka me ya demî Ayşe Gokhan de binçavkirin û girtina bi sedan hevalên me yên jin dixwaze têkoşîna jinê bi dawî bike di vê dema ku kêliya xwe ya dawî dijî de êrİşkariya xwe zêde kiriye û bûye nûnera herî mezin a faşîzmê.
 
HÊRSA ME LI HEMBERÎ KUŞTINA GARÎBE Û DENÎZ HEYE 
 
Kevneşopiya berxwedanê ya girtiyên siyasî yên jin ên li girtîgehên Tirkiyeyê zêdetirî 40 sal in ku ji daxwazên xwe yên azadiyê paşve neçûne berdewam dikin û tevî bedelên herî giran wek ewladên bi rûmet ên gelê xwe didomînin. Herî dawî Garîbe Gezer ji ber ku îtaeta ji rêveberiya girtîgehê re red kiribû piştî îşkence û tecawizê hatiye qetilkirin, digel ku Aysel Tûglûk nikare bi tena serê xwe bijî li şûna ku rapora serbestberdana wê bide ji hêla Lijneya Tiba Edlî ve hema bibêje dahina rapora mirina di girtîgehê de îfadeya şênber a dijminatiya desthilatî ya li hember jina Kurd û çavsoriya wî ya tolgirtinê ye. Dayikên me yên ku ji bo ji girtîgehan cenazeyên zarokên wan der neyên bi rojan e nobedariya edaletê digirin, Emîne Şenyaşar û malbata wê ku her roj li pêş edliyeyê ji kesên ku berpirsiyarên qetilkirina malbata wê ne hesabê dipirsin Qatilê ku ji bo komkujî bi hêsanî ket avahiya partiyê ya Îzmîrê, xwest bi qetilkirina Denîz Poyraz li ser navê desthilatiyên faşîst kesên ku siyaseta demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dimeşînin bitirsîne. Rastiya me jinên ku bi salan li dijî polîtîkayên îmha û înkarê li ber xwe didin, pêşengbûniya me ya hêrsa li hemberî qetilkirina Garîbe Gezer û  Denîz Poyraz xwedîderketiniya me ya li têkoşîna wan careke din xwe nîşanî pergala serdest a mêran dide. 
 
DIXWAZIN BI TIŞTÊN XERAB VÎNA GELÊ KURD BIŞIKÎNIN 
 
Polîtîkayên şerê taybet ên desthilatiyê ne ku qirkirina civakî dike armanc. Polîtîkayên fuhûş û tiryakê ku armanca wan şikandina vîna gelê kurd, xirakirin û qutkirina ji çand, huner û dîroka wî ye, li Kurdistanê bi destê çeteyan bi awayekî bipergal tên meşandin. Bi tacîz û tecawizan, wekî di şexsê Mûsa Orhanî de pêk hat kiryarên biunîforma bi pakkirinê tên meşrûkirin, polîtîkayên şerê taybet bi awayekî kûrtir û vekirîtir dikevin meriyetê. Em careke din di 8’ê Adarê de diyar dikin ku têkoşîna civaka exlaqî û polîtîk a jinan a li dijî polîtîkayên şerê taybet dê bi zêdebûnî bidome.
 
ESARETÊ JI SER OCALAN RAKIN
 
Di 8'ê Adareke din de jî, em destnîşan dikin ku di çareserkirina bi rêbazên demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd muxatabê wê birêz Abdullah Ocalan e û divê di zûtirîn dem de bi wî re têkilî bê dayin. Esareta birêz Ocalan û rejîma tecrîda ku veguheriye şêweyekî rêveberiyê, pirsgirêkên civakî hîn bêhtir dixîne bêçareserîtiyê. Li hember desthilatdariya ku bêçaresertiya pirsgirêka Kurd di qirkirin, înkarkirin, bişaftin û qedexeyan de digere paradîgmaya azadiya jinê ya birêz Ocalanî, îfadeya ku wê jiyanê bi nirx bike ye. Em wek jinên tekoşer hemu çalaki û kiryarên xwe de azadkirina birêz Ocalan biqîrin û şikandina tecrîtê bi tekoşîna xwe pêk bînin.
 
Em hemû hevrêyên xwe yên jin ku di têkoşîna azadiya jinê de bi baweriyên mezin ketine bin axê û îro jî rêya me ronî dikin di şexsê Garîbe Gezer de careke din bi rêzdarî û minet bi bîr tînin; bi baweriya ku bi mîrasa ku dan ji me re hiştiye dê tifaqa jinan a navneteweyî mezin bibe. 
 
Bijî 8’ê Adarê
Jin jiyan azadî 
Bijî berxwedan û têkoşîna jinan"
 
Piştî daxuyaniyê Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî axivî û bal kişand ser têkoşîn û berxwedana jinan. 
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.