Du xwîşkên laçikspî ji bo aştiyê ev 31 sal in bi hev re têdikoşin

  • jin
  • 09:03 25 Sibat 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Du xwîşkên ku 31 sal in di Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê de bi hev re têdikoşin wiha dibêjin: "Em erka xwe ya mirovahiyê pêk tînin. Heta ku dilopek xwînê laşê me de bimîne em ê bi hev re têbikoşin."

Xwişkên Taybet Tatli û Besna Ozturk ên li navçeya Silopiya ya Şirnexê dijîn, 31 sal in ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde mil bi mil, bi laçikên xwe yên spî têdikoşin. Herdu xwîşkên ku her roj bi hevre serê sibehê berê xwe didin avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di nav xebatên Meclisa Dayikên Aştiyê de pêşengiyê dikin. Herdu xwîşk û dayikan ku di serdema Tansu Çîllerê de serî li hemberî zilmê rakirine, tevî emrê xwe jî her roj di nav xebatan de cihê xwe digirin. Ji ber çalakiyên xwe yên ji bo aştiyê, her du jî heta niha gelek caran hatine binçavkirin. Lê tevî vê yekê jî têkoşîna xwe berdewam dikin. Tekane daxwaza her du xwîşkan jî, aştî ye.  
 
 
'JI BER KU ZIMANÊ ME QEDEXE BÛ'
 
Yek ji xwîşkan Taybet Tatli (51) qaka serpêhatiya xwe ya tevli nav xebatên Dayikên Aşitiyê kir û wiha got: "Ez ji dema Tansu Çîller heta niha di nav xebatan de me. Ji wê demê heta niha çi bar bikeve li ser milê me, em dikin. Ji ber ku li ser me zilmeke gelek mezin hebû, me di nav xebatan cihê xwe girt. Ji ber ku me nedikarî bi zimanê xwe biaxivin, bi zimanê xwe stranan guhdar bikin û bi zimanê xwe bijîn, em hatin nav xebatan. Di wê demê de tişta ku herî zêde bala min kişandî ew bû ku klameke Eyşe Şanê hebû. Ji ber ku kurdî bû, hatibû qedexekirin. Heta ku tûtina kurdan hebû. Kesê ku tûtina kurdî dikişand, yan jî di mala wan de dihat dîtin, weke ceza dişandin leşkeriyê. Hevjînê min jî di emrê xwe yê biçûk de ji ber vexwarina tûtina kurmancî şandin leşkeriyê. Em ditirsiyan ku bibêjin em kurd in. Bi saya birêz Ocalan me nasnameya xwe nas kir."
 
'EM ERKA XWE PÊK TÎNIN' 
 
Di berdewamiya axaftina xwe de jî Tatli diyar kir ku li dijî zilmê berxwedan erka her dayik û jinekî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kurê min leşker bû. Hatin malê û gotin 'Kurê te li ku ye?' Û min ji wan re got; 'Kurê min di bin ala we de leşkeriyê dike' Ne xerabî û ne jî başî li wan nedihat. Her û her li ser me zilm dikirin. Diçûn leşkeriyê, digotin; 'Li ku ye?' Dema li malê, dîsa jî digotin; 'Li ku derê ye?' Ji ber vê zordestiyê, zarokên me winda dibûn û diçûn. Ew kesên ku berê xwe didin çiya ji ber êrîşan diçin. Niha dayikên 60 û 70'ê salî digirin û di avêjin girtîgehê. Ji bo ku li hemberî vê zilmê têbikoşim, ez hatim û min di nav xebatan de cihê xwe girt. Wîjdana min qebûl nekir ku di malê de rûnim. Em, xwîşkên hev in. Jiyana me herduyan her tim bi hevre bû. Em bi hevre diçûn û tên. Me bi hevre di nav tekoşînê de cihê xwe girt. Her kar û xebateke me bi hevre ye. Em her serê sibehê bi hevre tên partiyê û bi hevre jî diçin malê. Çi berpirsyarî bikeve ser milê me, em wê dikin. Em erka xwe ya mirovahiyê pêk tînin. Heta ku dilopek xwînê laşê me de bimîne jî em ê bi hevre têbikoşin. Jiyana me, partiya me ye. Heke em têbikoşîn, em dikarin bijîn. Kurd xelas nabin. "
 
'EM VEŞARTÎ DIÇÛN PARTIYÊ' 
 
Tatli, anî ziman ku ew ji bo dayikên dilşewat û jinên rastî tundiyê tên têdikoşin û wiha pê de çû: "Dema ku civak me dibîne, keyfxweş dibin. Lê hin kes hene jî nerazîne. Kî çawa bifikire û çawa nêzik bibe bila bibe lê em ê dev ji tekoşîna xwe bernedin. Çi bibe bila bibe, em ê bên partiya xwe. Ji ber ku ruh û canê me ew e. Em guh nadin kesekî. Ma ji mirinê pêvetir tişteke din heye? Bila mirineke bi şeref be lê bila ne jiyaneke bêşeref be. Hevjinên me ji me re digotin neçin. Digotin şerm e. Zilma wan jî pir li ser serê me hebû. Em bi veşartî dihatin partiyê. Dema êvariyan diçûm malê, şerê min dikir. Zilma mêr jî û ya dewletê jî li ser serê me hebû û heye. Ji ber wê em di nav xebatan de ne. Em herdu bi hevre li Êlîhê hatin binçavkirin. Em ji bo aştiyê li wir bûn. Lê em binçav kirin. Beriya wê jî ez careke hatibûm binçavkirin. Lê me tu caran dev ji tekoşina xwe berneda. Serkeftin ya me ye û em ê bi teqez serbikevin. "
 
'MALÊ RÛNIŞTÎ NEMÎNIN' 
 
Ji xwîşkan Besna Ozturk (60) jî diyar kir ku li malê rûniştin ne tişteke wijdanî ye û axaftina xwe wiha qedand: "Zilm li me dihat kirin û me jî ev zilm qebûl nekir. Lewma jî tev li xebatan bûn. Wijdana me nerehete ku em malê rûniştî bîn. Em ê heta dawiyê jî têbikoşîn. Bi qasî ku ji destê me tê, em ê partiya xwe birêve bibin. Li ser serêm e zilm û zorî heye. Ji bo ku ev bi dawî bibe em li vir in. Bila dayik di malên xwe de nerûnin. Bila bên destê xwe bidin destê me û em bi hevre ji bo aşitiyê têbikoşin."
 
MA / Zeynep Dûrgût