Krîz kûr dibe: Em xwe bi kîsikê ava germ, germ dikin

  • jin
  • 09:02 17 Sibat 2022
  • |
img

ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanî fatûreyên ceryan û gazê û bihabûna beran da û diyar kirin ku xwe bi kîsikê ava germ germ dikin û xwestin zem bên betalkirin. 

Bi sala nû re ceryan ji sedî 125, gaz ji sedî 50 hatin bihakirin. Ji xeynî vê fiyetê berên din jî her diçe zêde dibe. Welatiyên ku êdî nikarin heqê fatûreyên ceryanê yên heqê kirêya xaniyan jî derbas kirine bidin, li çar aliyê Tirkiyeyê dadikevin kuçeyan. 
 
Xebatkara tenduristiyê Hulya Ûlaşoglû, destnîşan kir ku qadeke ku herî zêde bihabûnê xwe lê daye der jî qada tenduristiyê ye. Ûlaşoglû, bilêv kir ku rewşa nexweşxaneyan qet nebaş e û got: "Li nexweşxaneyan xwarin tew nabin. Em di kirê de ne. Ji ber ku fiyetê dermanan biha dibe, peydakirina wan pir zehmet bûye." 
 
Ûlaşoglû, destnîşan kir ku tu aktîvîteyeka wê ya civakî nemaye û got: "Diçim kar, têm malê, xwarinê çêdikim. Vê jî li gor budçeyekê. Heya ji destê min tê ez ceryan û gazê jî pir hindik xerc dikim. Em bi şev û biroz ceryan û gazê qet bi kar naynin. Lê fatûreya min a gazê 550 TL hat. Heya çend meh berê 200 lîre dihat. Ceryan 350 TL hat. Bi roj em ne li mal in û êvarî jî saet piştî 10'an her tişt girtiye. Dîsa jî ev qas tê. Kurê min dixwîne. Lê gava diçe dibistanê ez li malê jêr e xwarinê hazir dikim. Bertekên ji bo bila zem bên betalkirin an jî 'ez ê fatûreyê nedim' têr nakin. Tenduristî, ceryan û gaz hemû divê bên îstimlaqkirin." 
 
'BILA ZEM BÊN BETALKIRIN'
 
Nûriye Guler jî anî ziman ku meaşê wê û hevjînê wê yên teqawidbûyînê ne, lê di nîvê mehê de meaşê wan xelas dibe û got: "Me par 150-200 lîre dida heqê gazê. Îsal em 500 lîreyî didin. Ez saetekê vêdixim û digirim. Cardin vedikim. Hevjînê min extiyar e, pir diqefile. Ji mecbûrî vêdixim. Fatûreya ceryanê 270 lîre hat. Em tim diçin ser bijîşk. Mesrefê me yê dermanan heye. Bila zem bên betalkirin û meaş jî bê zêdekirin. Ên li ser vî welatî em perîşan kirin." 
 
Welatî Nefîse selçûk jî diyar kir ku meha borî hezar û 76 lîre heqê ceryanê hatiye û vê mehê hezar û 750 lîre hatiye û got: "Bila zem bên betalkirin. Ji bo vê jî divê gel dengê xwe bilind bike. Çem miçiqî. Pere tune ye, ji gel distînin." 
 
XWE BI KÎSIKÊ AVA GERM GERM DIKE
 
Ayfer Dûrmûş kî destnîşan kir ku ancax zikê xwe têr dikin û ji bo gazê vênexe xwe bi kîsikê ava germ germ dike û got: "Gava diqefilim diçim kîsik tije ava germ dikim û xwe pê germ dikim. Ez betaniyê davêjim ser xwe. Meha borî heqê gazê 550 lîre hat. Pereyê ez distînim hem diçe ji heqê ceryan, gaz û avê re. Îja em ê çi bixwin? Gava neviyê min tiştekî dixwaze ez nikarimb ikirim. Divê gel şiyar bibe û dengê xwe bilind bike." 
 
Tûgçe Kizildemîr jî destnîşan kir ku gava kedkar dakevin kuçeyan dê îqtidar paş de gav biavije û çareserî jî têkoşîna rêxistinkirî ye.