Cezayê ji bo şermezarkirina mirina Gezer hatibû dayîn ‘guncav’ hat dîtin

  • jin
  • 14:34 16 Sibat 2022
  • |
img
STENBOL - Serlêdana li 3’yemîn Dadgeha Înfazê ya Kocaeliyê ya ji bo betalkirina cezayê dîsîplînê yê li 14 jinan hatibû birîn ku Hevseroka HDP’ê ya Berê Fîgen Yuksekdag jî di nav de ye, hate redkirin. 
 
Ji ber Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Edîbe Şahîn, Gulseren Yildirim derbarê 14 jinan mirina Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê jiyana xwe ji dest da bi dirûşmeyan şermezar kir, mehek cezayê dîsîplînê li wan hatibû birîn. Li dijî cezayê dîsîplînê parêzera Gulser Yildirim û Edîbe Şahîn, endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV) Hatîce Ezgî Gungordu, di 7’ê Çileyê de îtîrazî 3’yemîn Dadgeha Înfazê ya Kocaeliyê kiribû. Dadgeha ku îtîraza Gungordu di 10’ê Sibatê de nirxand, îtîraz red kir û got ku di biryara hatiye dayîn de tu nakokî nînin. 
 
Piştî îtîraza parêzer Gulser Yildirim û Edîbe Şahîn li ser SEGBÎSÊ îfade dan. Yildirim a bi kurdî parastin kir diyar kir ku ji ber bûyer ronî bibe dirûşm berzkirin û bi van gotinan bertek nîşanî lêpirsînê da: “Şûna ku girtîgeh bûyera qewimî lêkolîn bike, derbarê me de lêpirsîn daye destpêkirin. Divê sedemê mirinê derkeve holê û kesên berpirsyar werin cezakirin. Çalakî li dar xistin mafê me yê qanûnî ye. Kesên bertekê nîşanî mirinê didin tên cezakirin. Daxwaza min ewe ku kesên bûne sedemê vê bûyerê bên lêkolînkirin.” Siyasetmedar Edîbe Şahîn jî bi heman awayî parastin kir. Dûre parêzer Gungordu parastin kir. Piştî parastinan dadgehê got ku cezayê dîsîplînê yê li 14 jinan hatibû birîn “guncav e” di biryara hatiye dayîn de tu nakokî nînin û îtîraz red kir. 
 
 
Li ser vê yekê parêzer Gungordu diyar kir ku biryara dadgehê li dijî hiqûqê ye û da zanîn ku ji bo cezayê dîsîplînê ye mehekê were betalkirin dê serî li Dadgeha Cezayê Giran bide.