Çalakgera nobeda edaletê: Ez ê heya dawiyê têbikoşim

  • jin
  • 09:06 12 Sibat 2022
  • |
img
WAN- Dilşah Alkan ku bi salan e li dijî polîtîkayên çewisandinê yên dewletê têdikoşe, niha jî ji bo hevjînê wê yê girtî û nexweş Îbrahîm Alkan bê berdan di Nobeda Edaletê de ye. Alkan got: "Heya edalet pêk bê wê çalakiya xwe bidomînin." 
 
Ji çalakgerên Nobeda Edaletê ya Wanê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin Dilşah Alkan (60) du meh in bênavber tevli Nobeda Edaletê dibe. Dilşah Alkan ku ji bo hevjînê wê girtiyê nexweş Îbrahîm Alkan ê 68 salî yê di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê de bê berdan tevli nobedê bûye, her hefte bi awayekî rêk û pêk diçe girtîgehê cem hevjînê xwe. Alkan, di rojên din de jî diçe avahiya Baroya Wanê tevli Nobeda Edaletê dibe. Hevjînê wê Îbrahîm Alkan heya niha 2 caran hatiye girtin. Herî dawî 3 sal berê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 7 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn. Nexweşîna diyabet, dil, tansiyon, şekir, kolestrol û prostatê jî di nav de gelek nexweşîn bi hevjînê wê re hene. 
 
Sala dawî ya malbata Alkan bi avêtina ser malê ya polîsan re derbas bûye. Malbat mehê carekê an jî sê caran bi avêtina ser malê re rû bi rû dimîne. 
 
Dilşah Alkan ku bi salan e li dijî zext û zoriyan têdikoşe û niha jî di Nobeda Edaletê de dibe dengê girtiyên nexweş, behsa têkoşîna xwe ya bi salan kir û  daxwazên xwe anîn ziman. 
 
'POLÎS ÇEK SPART SINGA MIN'
 
Dilşah Alkan, diyar kir ku her cara ku polîs avêtine ser mala wan tahdeyê li wan kirine. Alkan, bilêv kir ku di sala 2019'an de polîsan bi hinceta "îxaberekê" avêtine ser mala wan û li kesekî bi navê Huseyîn pirsîne. Alkan wiha behsa wê rojê kir: "Li kesekî bi navê Huseyîn pirsîn. Kesekî wiha li mala me tune bû. Çendî min got kesekî wiha li vir tune ye jî, polîsan çeka xwe spart singa min û got, 'tu derewan dikî.' Dema hevjînê min axivî, polîsekî li derve got 'kesê diaxive bigirin.' Bi vî awayî ji dêvla Huseyîn, hevjînê min binçav kirin. Ez wisa difikirim kesê îxbar kiriye, nav şaş gotiye." 
 
'ÎŞKENCE LI KURÊ MIN KIRIN'
 
Alkan, anî ziman ku gava polîsan hevjînê wê binçav kirine, kurê wê nehiştiye û got: "Îşkence li kurê min kirin. Serê wî şikandin. Hema bibêje her derê wî mor û reş kirin. Herî dawî bi qabloyê destên wî girêdan û ew birin bi wesayîta zirxî ve girêdan. Paşê di hundirê wesayîtê de bi pehînan li kurê min xistin. Polîsan saet di 03.002yan de telefonî me kir. Gotin, kurê wê li nexweşxaneyê di komayê de ye werin wî bibin. Nehiştin bijîşk raporê bide, lê me rapor stend. Me gilî kir. Lê tiştek jê derneket." 
 
Alkan, diyar kir ku hevjînê wê jî piştî du rojan hatiye berdan, lê mehe bi şûn de cardin avêtin ser mala wan û cardin hevjînê wê binçav kirin û hevjînê wê vê carê hatiye girtin. 
 
'EM EDALETÊ DIXWAZIN'
 
Dayik Alkan, anî ziman ku hevjînê wê Îbrahîm Alkan ji ber kar û xebatên xwe yên siyasî hatiye girtin û got: "Li Tirkiyeyê edalet tune ye. Ger hebûna dê hevjînê min nehatana girtin." Dayik Alkan, destnîşan kir ku naxwaze dilê tu dayikê jî bişewite û bang li Wezîrê Dadê û Serokkomar kir: "Em ne heqaretê, edaletê dixwazin. Êdî bes e." 
 
Alkan, bilêv kir ku kurd ji bo mafên xwe 40 sal in têdikoşin û got: "Em ji xeynî mafên xwe tiştekî din naxwazin. Ji ber ku em kurd in tim heqaret li me tê kirin. Em dixwazin çawa mafên gelên din hene, yên me jî hebin. Em li ser heman axê dijîn, em xwişk û bira ne. Em li dijî cihêkariyê ne. Lê em kurd bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin." 
 
'NATIRSIM'
 
Alkan, bilêv kir ku demildest divê girtiyên nexweş bên berdan û got: "Em naxwazin dayik bigirîn. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin."
 
Alkan, diyar kir ku hema bibêje her roj tê avahiya baroyê û tevli nobedê dibe û êvarî jî gava vedigere malê dibêje 'gelo wê îşev polîs bavêjin ser malê yan na?' û got: "Em tiştekî xirab nakin. Lê ev pir tim tên bîra me. Em bi vê fikarê radizên. Lê dîsa jî ez her roj diçim tevli nobedê dibim. Ez taştê jî naxwim û diçim. Carinan jî rojî digirim û diçim. Em tenê doza edaletê dikin. Piştî ew qas zilm û îşkenceyê êdî ji tu tiştî natirsim. Tenê em ji Xwedê ditirsin, wekî din ji tu kesî natirsin." 
 
'DÊ BIDOME'
 
Alkan, bang li hemû gelan kir û got: "Em nobeda xwe ji bo gelê xwe didomînin. Bila civak jî dengê me bibihîse. Ên li ser îqtidarê dibêjin, 'kurd û tirk birayên hev in.' Ma ev biratî ye? Em naxwazin ne dayikên gerîlayan, ne jî yên esker û polîsan bigirîn. Êdî bes e, ma wê heya kengî wiha be. Heya edalet pêk bê dê çalakiya me bidome."