Li gorî JINNEWS’ê di meha çileyê de 32 jin hatine kuştin

  • jin
  • 10:36 6 Sibat 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên tundiyê yên JINNEWS’ê, di  meha çileyê de 31 jin hatine kuştin û 3o jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Li gorî daneyên ku JINNEWS her meh berbev dike,  di meha çileyê de 31 jin hatine kuştin û 30 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. Li gorî heman daneyan, 4 zarok jî hatine kuştin, 11 zarok jî bi awayekî  biguman jiyana xwe ji dest dane û tazî û destdirejî li 11 zarokan hatiye kirin. 
 
Herî zêde li Stenbol û Enqerê  jin  hatine kuştin. Di mirinên biguman ên jinan de jî Şirnex û Antalya serkêşiyê dikin. 
 
Hat ragihandin ku ji ber mirinên "biguman" nayên lêkolînkirin û lêpirsîneke bibandor nayê kirin her meh hejmara mirinên jinan ên "biguman" zêde dibin.