Jinan kartên piştevaniyê ji Aysel Tugluk re şandin

  • jin
  • 15:14 3 Sibat 2022
  • |
img
AMED - Endamên DAKAP'ê ji bo girtiya nexweş Aysel Tugluk û girtiyên nexweş daxuyanî dan û kartên piştevaniyê ji Tugluk re şandin. 
 
Endamên Platforma Dîcle Amedê ya Jinan (DAKAP) derbarê rewşa girtiya nexweş siyasetmedar Aysel Tugluk a ku di girtîgehê de nexweşiya demansê lê peyda bûye daxuyanî dan û kartên piştevaniyê ji Tugluk re şandin. Daxuyanî li ber Şaxa PTT’ê ya li Ofîsa Yenîşehîrê hat lidarxistin û endamên Platformê beşdar bûn. Seroka Komeleya Rosayê ya Jinan Adalet Kaya axivî. 
 
Adalet Kaya diyar kir ku ew ji bo berdana Aysel Tugluk weke hezar jinan ketin tevgerê û wiha got: "Jin ji bo Aysel li her deverê tora xwe mezin dikin. Îro jî em li Amedê ji bo Aysel û hemû girtiyên nexweş li vir kom bûn. Girtiyên nexweş li gel raporên nikarin di girtîgehê de bimînin jî tên girtin. Li rex vê yekê Aysel di pêvajoya xwe ya girtîgehê de bi wefata diya xwe re rastî gotinên zayendperest û nijadperest hat. Ev ji nexweşiya wê û travmeya wê pêş de bir. Em ê li dijî van êrişan û binpêkirinên mafan tora xwe ya jinan mezin bikin û têkoşîna xwe bilind bikin.”
 
Piştî daxuyaniyê jinan ji bo Aysel Tugluk kartên piştevaniyê şandin û dirûşma, “Aysel Tugluk vîna me ye" berz kirin.