Çawişê pispor bi parlamenterê MHP'î gef li wê xwar

  • jin
  • 09:32 3 Sibat 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Li Mêrdînê jina ku du meh berê çawişê pispor Mehmet Mûstafa Y. nas kiriye, piştî çawişê pispor gefan lê dixwe diçe qereqolê giliyê wî dike. Li qereqolê polîs di ber wê dane û nehiştine gilî bike. Piştî vê jinik diçe serdozgeriya komarê giliyê çawiş dike. Dozgerî jî bêyî ku îfadeya esker bigire derbarê wî de biryara dûrxistinê dide. 
 
Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê, jinekê li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê giliyê çawişê pispor Mehmet Mûstafa Y.'yê ku bi çekê gef lê xwarine kir. Li gor agahiyên bi dest ketin, jinik du sal berê bi rêya hevalek xwe çawişê pispor nas kiriye. Piştî çawişê pispor jê xwestiye bi hev re bin, jinikê jî xwestiya hevaltiya xwe biqedîne. Lê çawiş guh lê nekiriye û jinikê nerihet kiriye û çûye ber mala wê û bi mirinê gef lê xwarine.
 
POLÎSAN NEHIŞTIYE GILÎ BIKE
 
Piştî gefên bi mirinê li ser hev du tên xwarin, jinik diçe Navenda Polîsan a Yenîşehîrê û gilî dike. Lê belê polîs jê re dibêjin "Tu gilî bikî jî wê tiştek jê derneyê. Wê îfadeya wî bê girtin û wî berdin" û bi vî awayî naxwazin jinik gilî bike. 
 
GEF LÊ XWARINE
 
Piştî vê jinik diçe malê. Lê gefên çawişê pispor Mehmet Mûstafa Y. naqedin. Jinik jê re dibêje ger careke din wê enrihet bike wê giliyê wî bike. Li ser vê çawîşê pispor radibe profîla hesabê twîtterê yê Parlementerê MHP'ê yê Yozgatê û Endamê Komîsyona Mecrayên Dijîtal a Meclisê Îbrahîm Ethem Sedef jê re dişîne û dibêje, "Ger tu dixwazî ez dev ji te berdim, divê tu bi vî kesî re hevdîtinê bikî. Tenê ev kes dikare min bide sekinandin. Û zanibe bê ka ev kes kî ye." 
 
BI ZORA ÇEKÊ PERE JÊ XWESTINE
 
Li gor tiştên ku jinikê gotine, çawişê pispor li ser hev du gef lê xwarine û di destpêka meha çileyê de li ber Zanîngeha Artûklûyê pêşî lê biriye û wê bi zorê biriye cihekî bêdeng.  Li vir berê çekê da wê, bi mirinê gef lê xwarine û jê re gotiye: "Ger tu dixwazî dev ji te berdim, divê tu 50 hezar TL bînî. Yan na ez dev ji te bernadim." 
 
HÊ JÎ LI SER KAR E
 
Piştî vê bûyerê jinik di 25'ê Çileyê de diçe Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê û giliyê çawişê pispor Mehmet Mûstafa Y. dike. Piştî gilîkirinê lêpirsîn tê destpêkirin û îfadeya jinikê tê girtin. Lê bêyî ku îfadeya çawişê pispor bê girtin derbarê wî de biryara mehek dûrxistinê tê dayîn. 
 
Hat hînbûn ku çawişê pispor Mehmet Mûstafa Y. hê jî li ser karê xwe ye, lê nehat hînbûn bê ka wê kengî îfadeya wî bê girtin. 
 
MA / Ahmet Kanbal