Zilamê bi navê Kamîl Tûran hevjîna xwe Elîf Tûran kuşt

  • jin
  • 11:49 23 Çile 2022
  • |
img
BALIKESÎR - Li navçeya Edremîtê, zilamê bi navê Kamîl Tûran hevjîna xwe Elîf Tûran jê cuda dijiya kuşt. 
 
Li navçeya Edremîtê, zilamê bi navê Kamîl Tûran (38) hevjîna xwe Elîf Tûran (38) jê cuda dijiya kuşt. Li gorî agahiyên ku hatin wergertin dema ku Elîf Tûran çûye cihê karê xwe Kamîl Tûran pêşiya wê girtiye û ew kuştiye. Li ser agahdarkirina kesên li derdorê cendirme û tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û cenazeyê Elîf Tûran rakirina Saziya Tipa Edlî ya Balikesîrê. 
 
Ji bo girtina Kamîl Tûran jî xebat hat destpêkirin.