Platforma Jinan a Mêrsînê bang li Wezaretê kir: Karê xwe bikin

  • jin
  • 15:23 20 Çile 2022
  • |
img
MÊRSÎN - Endamên Platforma Jinan a Mêrsînê xwest ku Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş bên berdan û bang li Wezareta Dadê kirin ku peywîra xwe pêk bîne. 
 
Platforma Jinan a Mêrsînê ji bo siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş bên berdan li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê Gulbahar Şofer a metnê daxuyaniyê xwend, bal kişand ser rewşa Tûglûk û girtiyên nexweş û bang li Wezareta Dadê kir. 
 
‘EM NIKARIN BÊDENG BIBIN’
 
Şofer, bi lêv kir ku Tûglûk di têkoşîna jinan de keseke girîng e û wiha got: “Tûglûk ji ber axaftinên hat darizandin û bi salan e di girtîgehê de ye. Tevî ku saziyên tenduristiyê yên herêmî gotiye ku nikare di girtîgehê de bimîne jî girêdayî rapora Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê nayê berdan. Rewşa Tûglûk, her ku diçe ber bi nebaşiyê ve diçe. Em herkesê vedixwînin ku ji bo Ayselê dengê xwe derxînin. Em naxwazin ji bo Ayselê dereng bimînin.”
 
BANG LI WEZARETA DADÊ Û ATK’Ê HAT KIRIN
 
Şofer, bi lêv kir ku di girtîgehan de bi sedan girtî hene û xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan. Şofer, têkildarî kampanyaya bi serenavê “Ji bo Azadiya Aysel Tûglûk 1000 Jin” hatiye destpêkirin axivî û wiha got: “Em dixwazin raporên ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ yên derbarê Aysel Tûglûk de hatine amadekirin berçav bên girtin. Em dixwazin biryareke li gorî hiqûqê were dayîn. Hêj dereng nebûyî ji bo Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş azadiyê dixwazin. Em careke din tînin bîra Wezareta Dadê û Saziya Tiba Edlî ku ji zirar dîtina tenduristiya Tûglûk û girtiyên nexweş berpirsyar in.”
 
Piştî axaftinê jinan ji bo Aysel Tûglûkê qertên piştevaniyê şandin.