Sakîne Cansiz hat bibîranîn: Wê jin hesab bipirse

  • jin
  • 15:02 9 Çile 2022
  • |
img
DERSIM - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, di bîranîna Sakîne Cansiz de diyar kir ku wê jin ji faîlan hesap bipirsin û ev tişt got: "Têkoşîna Sakîne ku li Girtîgeha Amedê li dijî Esat Oktay Yildiran serî rakiribû niha li her çar aliyê dinyayê ye."
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP'ê, ji qadroyên pêşeng ên PKK'ê Sakîne Cansiz ku di 9'ê çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatibû kuştin li ser gora wê ya li Goristana Esrî ya Şaredariya Dersimê bi bîr anîn. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca, Alîcan Onlu, aktîvîstên TJA'yê û rêveberên Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) tevlî bîranînê bûn. Beriya bîranînê polisan goristanê dorpêç kir û asteng kirin ku kom li ser gora wê Cansiz bi bîr bînin. 
 
Li ser astengkirinê komê li pêşiya goristanê daxuyanî da û pankarta "Em bi wêrekî û biryardariya Sêvê û Sakîneyan em têdikoşin" vekir. 
 
'TÊKOŞÎNA JINÊ NIKARE BÊ ASTENGKIRIN'
 
Li vir Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay axivî û bşi kurtasî ev tişt gotin: 
 
"Em bi astengiya tundiya dewleta zilam re rû bi rû man. Ji Amed, Êlih, Xarpêtê jinan xwest merasîma bîranînê li dar bixin. Mêjiyê dewletê yê di vê komkujiyê de xwedî rol hewl da me asteng bike. Çûna me ya goristanê hat astengkirin. Her çiqas em neçûbûn ser goristanê û li ser gorê ji komkujiya jinan re negot 'raweste' jî tu astengî nikare têkoşîna me ya jinan asteng bike. Komkujiya Parîsê li dijî pêvajoya ku di bin navê "çareseriyê" de di navbera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û heyeta dewletê de hatibû destpêkirin bû. Li her dera dinyayê jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr tînin lê em li Dersimê li ser gora wê ji aliyê waliyên provakator ve tên astengkirin. Em ji waliyê provakator re dibêjin ku wê têkoşîna me ya jinan teqez te we hilweşîne û ji wan paldankên we daxîne. Hûn hesap bidin jinan."
 
Di berdewama axaftina xwe de Gunay, qala têkoşîna Sakîne Cansiz kir û got ku têkoşîna Sakîne ku li Girtîgeha Amedê li dijî Esat Oktay Yildiran serî rakirîbûye niha li her çar aliyê dinyayê ye û wê têkoşîna wan berdewam bike. 
 
Bîranîn bi dûrişmeya "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.