Parêzer Tosûn: Edliye û Girtîgeha Kandirayê ser sûc digirin

  • jin
  • 09:07 8 Çile 2022
  • |
img

STENBOL - Jiyan Tosûn a parêzera Garîbe Gezerê, bal kişand ser giliya wan a bi biryara neşopandinê bi dawî bû û destnîşan kir ku Girtîgeha Kandirayê ser sûc dinixumîne. 

Di 9'ê Kanûna 2019'an de li Girtîgeha Kandira ya Jimare 1' a Tîpa F'yê Garîbe Gezer a bi îşkenceya sîstematîk a gardiyanan û destdirêjiya gardiyanên jin re rû bi rû mabû, jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê dosyeya têkildarî mirina Gezerê de biryara veşarî hatibû dayîn. Parêzerên gezerê jî bi sûcê "êrişa destdirêjiyê", "îşkence" û "binpêkirina peywirê" giliyê peywirdarên girtîgehê kiribûn. 
 
Her wiha parêzeran giliyê bijîşk Îsmaîl Ulker jî kiribûn ku di dema mirinê de mudaxileyî Garîbe Gezerê nekiribû. 
 
DARAZ SÛCDAR DIPARÊZE
 
Lê belê giliya parêzeran bi biryara neşopandinê bi dawî bû. Tevî beyanên şahidan û dîmenan jî dozger bi israr got destdirêjî nehatiye kirin. Parêzer jî li ber biryara neşopandinê rabûn. 
 
Parêzer Jiyan Tosûn, têkildarî biryara neşopandinê de axivî û desnîşan kir ku daraz ser sûcên ku bi destê dewletê tên kirin dinixumîne. 
 
'FAIL ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ YE'
 
Tosûn, îfadeya gelek şahidan û nameya ku Gezerê ji parêzeran re şandibû bibîr xist. Tosûn, destnîşan kir ku dozger nexwestiye delîlan bibîne û tenê qîma xwe bi bersivên îdareya girtîgehê aniye. Tosûn got: "A rast, fail îdareya gritîgehê ye." 
 
Tosûn, destnîşan kir ku giliyê midûrê girtîgehê û gardiyanan kirine û got: "Ên destdirêjî kirin gardiyanên girtîgehê ne. Ê naxwaze vê yekê bibîne jî mdirûê girtîgehê ye. Dozger jî qîma xwe bi îfadeya kiryara ku gotine 'me nekiriye' aniye." 
 
DÎMENÊN LI ODEYA BISÎNGER TUNE NE
 
Tosûn, anî ziman ku tenê çend dîmenên krut ên têkildarî roja bûyerê bi dest wan ketine û dîmenên aydê odeya bisînger jî ji holê hatine rakirin. Tosûn got: "Me got, 'Bêyî haya wan jê ehbe biçin li wir lêkolînan bikin:' Lê belê dozger got, 'karbidestiyeke min a wisa tune ye.' Failan bi awayekî delîl ji holê rakirin. Jixwe ve dosye jî li gor îfadeya failan hatiye hazirkirin." 
 
'JI BO XWE PAK NÎŞAN BIDIN'
 
Tosûn, destnîşan kir ku îfadeya Gezerê û nameya wê ji nedîtî ve hatine û got: "Îfadeya wê ya li tiba edlî paşguh kirin. Her wiha beyanên şahidan û axaftina wê ya bi birayê wê re jî hat paşguhkirin. Di dosyeyê de tenê bersivên îdareyê hene. Dozger, dadgerên cezayê sulhê û dadgerên înfazê yên li Edliyeya Kandirayê dizanin bê çi hatiye serê Garîbe Gezerê. Garîbe di îfadeya xwe de diyar dike ku bi maumeleyeke xirab, bi destdirêjiyê re rû bi rû maye. Yanî berî mirinê bi mehan tê zanîn, lê lêpirsîn nayê kirin. Ev peywira dozger e, lê sirf ji bo xwe pak bidin der ev biryar da." 
 
ÎFADEYA KUJER Û TFAILÊ DESTDIRÊJIYÊ
 
Tosûn, destnîşan kir ku di dosyeyê de Dûrmûş Anûçînê ji ber pênc cinayetan, çar xespan û destdirêjiyekê ji sala 2002'yan ve tê darizandin wekî şahid hatiye nîşandan û got: "Anûçîn, dibêje piştî mirina Garîbeyê nameyek ji îdareyê re nivsiye. Dozger, îfadeya wî xistiye nav biryara neşopandinê. Anûçîn, dibêje 'Min xebera mirina Garîbe Gezerê di televîzyonê de dît û nîşeyeke .ar pênc meh berê hat bîra min. Ji qawîşa kêleka me nîşeyek ji min re hat ku tê de hatibû nivîsîn pêdiviya me bi meniya mêran heye, lê min pir guh neda vê nîşeyê. Lê gava min îro ev nûçe dît, min fêm kir ku ji bo reşkirina dewleta me ev tişt ji min hatiey xwestin. Lewma ez van tiştan radigihînim.' Lê dozger radibe vê tişta bêwijdanî dixe nav dosyeyê. Sirf ji bo îdareyê pak bide nîşandan, radibe îfadeya kesekî kujerê pênc kesan û failê destdirêjiyê dixe dosyeyê. Ev tişt bi tu awayî nayê qebûlkirin." 
 
Parêzer Tosûn, destnîşan kir ku ji bo lêpirsîn bê kirin têra xwe delîl hene û got: "Ji ber ku li ser dosyeyê biryara veşarî heye, em nizanin çi tê de heye. Gava biryara neşopandinê hat dayîn, hevalên me ji bo dosyeyê wergirin çûn. Lê gava çûn, dîtin ku dîmen pir hindik in. Ji ber vê hevdîtinê bi dozger re dikin. Dosger jî CD'yek ne di nav dosyeyê de derdixe, lê CD'yek şiekstî. Em nizanin bê çi tê de heye. Piştî israr hevalên me zabitnameyek tê çêkirin û tê tomarkirin." 
 
Tosûn, bal kişand ser rapora pêzaniyê jî û got: "Di raporê de tenê du deqe dîmen hene. Ew jî dîmenên ku gava gardiyan li korîdorê Garîbeyê bie rdê ve dikişînin. Dîmenên din hatin ejêkirin. Dîmenên dema wê dixin hucreyê jî hene, lê tenê deriyê jorê yê hucreyê nîşan didin. Tê dîtin ku li wir komek gardiyan heye. Garîbe li wir e, ne li wir e, nayê dîtin. Ji lew re berê kamerayê bi awayekî ew der neyê dîtin hatiye eyarkirin. Hem dîmen hem jî beyan em piştrast dikin, lê dîsa jî biryare bi vî rengî hat dayîn. Me jî îtiraz kir." 
 
'SER SÛC DINIXUMÎNIN'
 
Tosûn ku got "Edliyeya Kandirayê û Girtîgeha Kandirayê bi hev re ser sûc dinixumînin" û destnîşan kir ku armanca vê ew e ku ser sûcên bi destên dewletê tên kirin bên nixumandin û got: "Me îtiraz kir, lê dîsa me îtiraza xwe li Kandirayê kir. Yanî em ê ji kesên ku ev sûc kirine doza rakirina vê biryarê bikin." 
 
MA/ Esra Solin Dal