Ûca: Navnîşanî komkujiyên Parîs û Silopiyayê Enqere ye

  • jin
  • 16:56 7 Çile 2022
  • |
img
ÊLIH - Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca, diyar kir ku faîlên 6 jinan li Parîs û û Silopiyayê kuştin li Enqerê ne û destnîşan kir ku bi komkujiya nasnameya jinê hedef hatiye girtin. 
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9'ê çileya 2013'an de li Parîsê hatibûn qetilkirin û siyasetmedar Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ku di 4'ê çileya 2016'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibûn kuştin, li avahiya HDP'ê ya Êlihê bi bîr anîn. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz û qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê tevlî bîranînê bûn. 
 
Di bîranînê de wêneyên jinên siyasetmedar ên hatine kuştin li meseyekê hatin danîn û li dora wan gul hatine danîn û find hatin pêxistin.
 
'FAÎŞ HEMAN IN'
 
Her wiha di bîranînê de helbest hatin xwendin û sînevîzyoneke ku qala têkoşîna jinê dikir jî hat nîşandan. Felknas Ûca, di bîranînê de axivî û wiha got: "Em Sakîna Cansiz bi berxwedan û têkoşîna wê nas dikin. Mezinbûna têkoşîna wê ji bo gelê kurd bû. Ji bo nasnameya azad a jinê bi ked û berxwedana xwe roleke sereke leyîst. Dema ku Oslo didomiya Sakîne û hevalên xwe hatin kuştin. Kuştinên 3 jinên li Silopiyayê jî bû bi dawîbûna vê pêvajoyê. Faîlên komkujiyên Parîs û Silopiyayê heman in. Navnîşan Enqere ye."
 
NASNAMEYA JINA AZAD
 
Ûca, diyar kir ku bi komkujiyan nasnameya azad a jinê hedef hatiye girtin û ev tişt anîn ziman: "Kesên ku ji nasnameya azad a jinê ditirsin, 6 jinên ku hedefa wan avakirina nasnameya azad a jinê bû kuştin. Kesên ku ji bihêzbûna jinan ditirsin bi tirsonek3i wan kuştin. Weke hevalên wan ên têkoşînê em ê jî mîna wan têkoşîn bidin û bîranînên wan bidin jiyandin. Em careke din komkujiyê şermezar dikin. Kesên ku fermana komkujiyê dane wê qet negihîjin mexseda xwe."
 
Piştî axaftinê bername bi çepik û tilîliyan re bi berzkirina dûrişmeya "Jin jiyan azadî" dawî bû.