Jin ji bo Gulistan di kolanan de ne: 2 hezar sal jî derbas bin em dest jê bernadin

  • jin
  • 16:10 5 Çile 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku aqûbeta Gulistan Dokû ya beriya 2 salan li Dersimê winda bû, pirsîn wiha gotin: “Ne 2 sal 2 hezar sal jî derbas bibin em ê dest jê bernedin.”

Platforma Jinan a Dêrsimê di duyemîn salvegera windakirina Gulistan Doku ya xwendekara Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûrê ku ji 5’ê Çileya 2020’an û vir ve agahî jê nayê girtin de li Qada Seyîd Riza daxuyanî da. Malbata Dokû, xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê û parlementerê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên Dokû hatin hilgirtin. 
 
‘RAYEDARAN SERÊ BÛYERÊ GIRTIN’
 
Endama platformê Raîfe Yilmaz, diyar kir ku di lêpirsîna derbarê windabûyîna Dokû hatiye destpêkirin de 2 sal in pêşveçûnek nîne. Yilmaz, bi lêv kir ku hevdîtinên malbatê yên bi rayedaran re bêencam mane û wiha got: “Derbarê gumanbar de tu kirarî nehat kirin lê derbarê xwişk Aygul Dokû de doz hat vekirin. Di encama van geşedanan de malbatê li pêş edliyeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir û bi walî re hevdîtinek pêk anî. Gotinên walî û dozger bi tarzekî ku gumanbar derxînin paqijiyê. Gotinên walî ‘en hûn çi bikin bikin’ yên li ser gotinên dayikê yên ‘Heta Gulistan neyê dîtin em ê ji vir neçin’ nîşan didin ku rayedar çiqas girîngiyê didin bûyerê û li cem xwe serê bûyerê girtine.”
 
‘EM Ê DESTÛR NEDIN HÛN FAÎLAN BIPARÊZIN’
 
Yilmaz, anî ziman ku her gotineke endamên desthilatê li jinan weke tundî vedigere û wiha axivî: “Bi heftane, bi mehane, bi salane qanûn bi awayekî bi bandor nayê pêkanîn. Weke jin, em ê têkoşîna jinê ya rêxistinbûyî ya li dijî van hemû polîtîkayên tunekirinê mezin bikin û bûyeran bişopînin. Ji roja ewil heta niha me diyar kiribû ku em ê bibin şopdarê vî karî û heta Gulistan neyê dîtin em ê destan jê bernedin. Em ê destûr nedin hûn faîlan biparêzin, derxînin paqijiyê û hesabê bipirsin.”
 
AMED 
 
Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) têkildarî xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû (21) ku 2 sal in agahî jê nayên girtin, li Parka Xezal a li navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyanî da. Jinan di daxuyaniyê de pankarta “Bê Gulistan du sal, ji bo Gulistanê edalet” vekirin û her tim dirûşmeyên “Gulistan Dokû li ku ye” , “Ne edaleta zilam edaleta rast” û “Em bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin” berz kirin.  
 
LÊPIRSÎNA BI BANDOR
 
Endama Komîsyona Edaletê ya Ji Bo Dokû Dîlan Ergul, dazanîn ku têkildarî windabûna Dokû de biryareke bi bandor nehatiye bi rê ve birin û wiha got: “Gumanbarê sereke Zaynal Abarakov û malbata wî nehatin pirsîn. Malbata wî li gor dilê xwe bajêr guhert. Zaynal bi awayekî serbest çu derveyî welat û hat.”
 
Ergul, got ku “Em têkiliya we û Zaynal ê Dokû winda kir dizanin” û wiha bi lê kir: “Hûn bi polîtîkayên xwe yên êrişî jinan dikin, dixwazin desthilata xwe ya zilam ji jinan parêzin. Ji ber vê yekê hûn Zaynal diparêzin. Em dest ji lêgerîna Dokû bernadin. Em ê bi hêrsa jinan Gulistanê bibînin û ji bo Gulistanê û ji bo Gulistanê em ê edaletê qezenc bikin. Ne 2 sal 2 hezar sal jî derbas bibin em ê dest jê bernedin.”
 
ÎHD’Ê JÎ DAXUYANÎ DA
 
Komîsyona Jinan a Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên herêmê jî daxuyaniyeke nivîskî weşandin û wiha gotin: “Divê Gulistan were dîtin, faîlên wê werin derxistin û aqûbeta wê were ronîkirin.”