Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê

  • jin
  • 12:24 4 Çile 2022
  • |
img
 
ÎZMÎR - Hemşîre Fatma Çambel, li mala xwe bi awayekî biguman mirî hat dîtin. 
 
Hemşîre Fatma Çamlibel (28) a di Serwisa Cerahiya Mejî ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Ataturk a Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Katîp Çelebî ya Îzmîrê de dixebitî, li mala xwe bi awayekî biguman mirî hat dîtin. Xizmên Çambel li ser vê yekê tîmên tenduristiyê û polîs agahdar kirin.  
 
Tîmên ku li ser îxbarê hatin cihê bûyerê, tespît kirin ku Çambel jiyana xwe ji dest daye. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û hat îdiakirin ku Çambelê întîhar kiriye.