Li Mêrdînê mirina biguman a jinekê

  • jin
  • 20:16 2 Çile 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê, jina bi navê Safiye Ok ku hat angaştkirin întihar kiriye, bi awayekî biguman jinaya xwe ji dest daye.   
 
Hat angaştkirin ku li gundê Dala yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, jina bi navê Safiye Ok (50) întihar kiriye. Hat diyarkirin ku Ok li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wê rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Piştî ku otopsiya wê hat kirin cenazeyê Ok ji aliyê malbata wê ve hat girtin û li gundê ku lê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin.